tenûr - tyanûr

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  950 views
dił giřî agirî êsta wek tenûr
be’umêdim sibey piř bibê nûr
bewtey zend û dînî zerdeştî
le tenûryan mebest ewe, tyanûr
key egořêt û sewz ebê nîştiman
řengî êstey bexwênî kuştîy sûr
kwanê merdê biçête ser qendîl
weku mûsa, ke çon çuwe ser tûr
kwanê bo yekdesî û hogrîy gel
bênê bo serfirazîyan destûr
hake bexşî xwa, awatî dił
gêle bêjê kesê hîwatane dûr
kem keme û wirde wirde cûłe eka
řêk exa şar û xorakî komełî mûr
gerçî dořanî gel le wazîda
mawe mafî lewazî kirdin çûr
zor ebê sawe pek exa gewrey
çî hebê lêy eka beçořê cûr
gerçî bîre û hewaye deynûsim
beẍem û derdewe le şarî zûr
zorî pê naçê dête dî bîrim
nawî min bas eken xwar û jûr
mird esîrîPen name bedaxewe řoyî
gořî piř bê, dełên le komełê nûr