seyd teha
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
947 views
witim begułşenî weten bekêye awî řeng û řût?
witî: nimûd û şîrînîm beyadî şadî sey teha
witim be komełî gelim bekê biłind û dyar ebî?
witî: le řûy cîhan ebim be ’edil û dadî sey teha
witim begel hîwayî to bekêye kone xanedan?
witî: hîwayî mîllete ’eqił û nîhadî sey teha
witim bexakî pakî kurd: bekê cwan û řêk ebî?
witî şirîn û xoş ebim leser muradî sey teha
witim bebaẍî şîrînî kurdistan bekê diłgîr ebî?
witî weten diłgîr ebê, belutfî zyadî sey teha
witim bedarî çem çîye biłind û serfiraz ebî?
witî biłind û şox ebim dem dem beyadî sey teha
witim esîrîPen name kêye penawwipiştî to?
witî witey biłind ebê bende, beşadî sey teha