diłim pejmûdeye êstê dexîl mutrîb sedayê bê

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  1200 views
diłim pejmûdeye êstê dexîl mutrîb sedayê bê
ledes hîcranî yarim nîwnefes mawe wefayê bê
lebatî şadî û xoşî gelê bêmar û ẍemnakim
meger bem lawik û ḧeyran û nîweşew bom şifayê bê
ẍemî hîcranî ta key bê, seday ney mutrîba, sa dey
beyat û şûr mahûr û qezaz û destigayê bê
bebê awazî to esła nîye çarey diłî şeyda
dexîl dengî seba, řast û ḧîcaz û çargayê bê
le paş mirdin wesîyet bê le cêy yasîn û tełqînim
seday dîwan û ’urfa û dengî kurd û quryayê bê
be destî ew ḧebîbe ger emin mirdim şehîdêkim
gewahîm xwêne ferda naheqe kes îde’ayê bê
řeca ken to xuda yek dem ke yar bête serînî min
biłê kuştey mine safîPen name eger çî bê xetayê bê