şîfteyî nûrî cemałim mahî tabanim were

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  2390 views
şîfteyî nûrî cemałim mahî tabanim were
arezûy şehdî wîsałim canî cananim were
řojî ’îde çaweřêtim bêy be qurbanim bikey
kuştinîşt řeḧmete, sedcar bequrbanim were
bê dewayî wesłeket derdim ’îlacî nakirê
derdî bê derman hetakey, derd û dermanim were?
min ẍerîbî tome umêdim be hîç derga nîye
çaweřêy îḧsanî tome, şay ẍerîbanim were
wa dił û dînim le řêy ’îşqî to fewta çawekem
xoşî řûy tom kafîye, bo nûrî îmanim were
bo hewałpirsî nexoşî xot çîye ger yek demê
ya leber xwa, ya leber řeẍmî řeqîbanim were
kewtime nêw ḧałî hîlaket wa le derdî dûrî to
memkuje bew derde sed car dest û damanim were
awrî ’îşqit wehay sûtanduwe kogay derûn
min ẍerîqî mewcî xwênim, sîne biryanim were
safîPen name ta řojî qyamet her denałênê û dełê
ta nefes mawe le qelbim yarî penhanim were