ḧeqîtim ger felek yaran be ahî dił bisûtênim

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  1354 views
ḧeqîtim ger felek yaran be ahî dił bisûtênim
cewaze ger zemîn yekser be خۆێنی dîde biřşênim
le destî ẍem cwanîm řoyî û pîrî řûbeřûm wa hat
lemewla çon mudara bêt û aya çon ebê jînim
le ’eşqî leylekey bê meyleke û dinyayî dûn, heyhat
serêkî řaḧtîm satê nebû danême bałînim
le derdî dił, le cergî kuł, le daxî sînekey sûtaw
be řojim dad û řořoye, le şewda şîwen û şînim
biłêne şoxekem bêřeḧmî ta çend, bê wefa ta key?
be sanî xunçe diłteng bim, wekû guł came bidřênim
be řîşî sipyewe yarî nekirdim bextî řeş carê
minîş boye ke ’adet ’aczîy û řesme nałînim
le zarî min meken bêzar, safîPen name zor be azarim
le daxî sînekey sûtawme ew axe hełdênim