bo nehroy ḧesen ferec

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 1 minutes  583 views
min tinokî sûrî ew şaxem
peřey gułî hełwerîwî em baxem
min sûrawî lêwî ałî seywanim
new gułałey hetaw gazî kwêstanim
min twêjałî birînî em wiłatem
erxewanî taze çiroy em katem
min řêbwarî řêgayekî giřawîm
temen kurtî jyanêkî xwênawîm
xwên řijawî bestey sûrî jyanim
zû hełfiřî melî cestey gyanim
şînî bestey beserhatî gułbaxim
hełwerîwî bê řeşebam le baxim
azar dîwin kes û karim be komeł
ax bo esrîn bexuř biřjê be topeł