azar şikên
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
1 minutes
1214 views
şew dirêje dirêjayî lebin naye
kê şebeqê exate em dergaye
key řoşnayî egate a em laye
şew dirêje, dirêjî her çwar laye
şebeq dûre, çî giłope bê şewqe
çaw biřnaka, gilêneş lemin ewqe
çaw biřnaka, gilêneş le min ewqe
ax, hatûçoy sêberî řeş bezewqe
bo kê berim destî çimk řakêşan?
xo dyar nîye řêgay dûrî kakêşan
le min wine kořî germî derwêşan
kořekey min bû be kořî dił êşan
serim gêje, serînekem laxware
ew berewem be astemê lê dyare
tenîştim kifit be wirteye car care
hestim xwêne, sûk xul exwa emcare
motekeyek leser singim westawe
henasem qurs be dû çingał gîrawe
çingêkî tîj leber bînim xirawe
ax bo fûyek biçête quřg lemlawe