berberekanî
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
1 minutes
741 views
lew demewe sûtûy řomay sûtaw barî
ke ba hênay bo em nawe... be dyarî
ke pizîşkî xwênî zerdî neyron pija
ke çermekey qirç hełgeřa ledem keja
be şîrînî heç gułê dem ekatewe
lem wiłate ferhadman bîr exatewe
lew satewe... řast ya diro
ke mêşk û goşt bûn be pişko
çizan be çawî nûqawî ejdehaka
bû be lawik leser çya û lejêr xaka
lew efsaney mar kuştine řast ya diro
em wiłate qurbanî girtote esto
lew řojewe nawî dêhatekan gořa
bû be řomî û şetrenc dořa
dar çwalekan hełpaçran dapaçran
nêrgizekan binicken kiran derhênran
em wiłate mûçe û beratî kuştine
bendkirdne esto le nêłe kirdine, xinkandine
lew řojewe, lew satewe, her lew deqîqew katewe
ke xwêne xoy dêrîneke kitêbekey ekatewe
lew demewe ke řîç geyşte serçinar
towî pîlan, hî jêrdestî bo em kurde hêna bebar
dujminî xwêne xoyî ême dagîrkere
mam îngilîze împiryalîzim û nokere