min û bay şemał
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
1023 views
herçend begran lebay şemał egem
ew şine û minîş nałe nał ekem
bełam bay şemał boy gêřamewe
ew witî wird wird min geşamewe
witî lewetey dinya dinyaye
kon eřwa taze û nwê dête kaye
lepêşan bazûy behêz û qaym
załî lawaz bû hemîşe û daym
înca her załî û dest û pêwendî
xoy û noker û gurz û kemendî
hełpe û pelamar bo dewr û piştî
çî berdest ekewt bo qołî û miştî
paşan bîrî xełk berew berzyetî
biruzî esen řuwew jîrêtî
załî tazeşman begwêrey wextî
řê û şwênî taze le dewrî textî
wazî le şêwey caran ehêna
pet û sêdare û gulle le şwêna
nek pêst gurûn û yaxo sûtandin
bo ewey biłê jyan nek mirdin
herwam bîstuwe wam dîwe beçaw
sa her załmê hatbête naw
paş derkewtinî kirdar û pîşey
deryan ehêna demar û řîşey
toz û êsqanî edra beba
sa xoy û şîrî ba bo kwêy eba
biřwane mêjû eger etewê
řastî û temit bo der’ekewê
ewe holako, hîtler, nîrun, çar
řoyîn çûnewe wek befrekey par
êstaş her waye qanûnî sakar
ewey xwênxorbê û załim û bedkar
ewey byewê şeř hełgîrsênê
mał û mindałî xełk bisûtênê
xaney bêdengî xełkî dabêjê
xwênî pîrozî însan biřêjê
her weku bawik û bapîrî konî
çî lêhat ewîş ewêye şwênî
leser kêlim beboyey sûr binûsin xoşewîstanim
lenaw gořa lejêr xaka, le řîzî dest le destanim
be peymanê ke min dabûm be kurd û xakî kurdistan
be ne’rey řapeřîn şerte ke bang ka min le hestanim