çîrokê
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
6 minutes
1211 views
şewekî bû řêy girteber
fiřoke ehat wek teter
her çwar suqaqî em şarey
ekird bo çarî em barey
gizing
ekewte ser lûtkey pîremegrun
em eçuwe berdem pinew ser nankirdin
wurd wurd tîrokî eweşan
beheway şan..
bełam.. nanî mirorawî
pêzî nebû
pesta pesta xoy lê’eda
hêzî nebû
ser lê şêwaw
wek nêçîrî řê lêtenraw
wek gułałey nêrk kirdû
temen berew mays birdû
herçî ekird çarey nebû
nawşanî em barey nebû
çend sałê bû ehat eçû
car car çend şewê win ebû
cil şor bû, kareker pîşe
be qułayî derdî serî
naw derûnî řîşe řîşe
em kiłułe encamî şûy
birîtî bû le bask û fûy
bîwesênê.. giřî pê hełbigîrsênê
ta şew tarîkî dadênê
êtir eme wirde naze
eme şewe û dergawaze
eme nuqurçe ya gaze
eme.. pişûy dûy hewraze
her weku xew hemûy winin
wek berdî gomî bê binin
heřweku xew
wek basî deste kiçêkî
be sała çûy dway nîwe şew
çon řaz bo bext germ eken
řabûrduyan ehênin û bebay
eden..
a bew core..
lego kewtûy fiřkan fiřkanî
diłdarî...
heta gerûy nuqmî lîtawî
hejarî...
êstê...
ewa kewtotewe ser xeyałî
çend şewêkî le lay mêrdî
aş betał
kewtotewe jêr çepok û kiławî tas
bidnewey yad û hestî caranî
kas
kasî şewêkî lay mêrdî
be bas û xwas
wek bê dengî
dułbêşkî lemeř xałebas
hîway zerde
herwek zerdey perêzî co
le hawînda xwar bekireco
car car řeşe...
weku şewî lêkdanewey gîngiłî řiq
her weku rûy aşkira bû.. řûy munafq
carê şîne
weku pêłûy pişt çawêkî boye kiraw
yacê nuqurçî xwên têzaw
carî sûre
weku lêwêkî paş mijîn
mijî teřayî lêbřîn
bełam be hîç
awatî kulêrey be mîç
ke xeyał bê
ba wek sayeqey samał bê
key jyane..?
ya key nan û guzerane..?
carê tirş û piř le taław
weku awî awe sipî
nizîk sengaw
carê swêre
wek xwêy serkefî memleḧey
em lay kifrî
sipî befrî...
carê tał û kirç û kałe
weku kargî bin dar bî nizîk jałe
be sałî carêkîş paraw
wek řonî qayne û seraw
qurbanit bim... ḧeyranit bim
bo řakêşanê paş nanit
her xom xerîkî řanit bim
wurd wurd min le şêlanit bim
ya şêx xom be mîwanit bim
xom řaberî fermanit bim
nuşteyekim bo binûse
em zewî çarenûse
hênde řeqene
lamellay berd û dewene
weku xew dênewe yadim
ew çen şewey lay ferhadim
çend satêkî piř bole bû
carê cinêwî tole bû
carê aman carê qurban
carê belamla nûsan
ke des egeyye ser memkim
şilim ekird
destim bo emlawla ebird
bełê qurban ew çen satem
ew gêjawî toze katem
ke têkeław be lirfe bû
be hawarî jêr lêfe bû
wek ça wa bû
bełê wa bû
tenya tenya sipî û řeş bû
carê tarîk carê geş bû
ewyan şîrîn em yan tał bû
weku nanî genim û gał bû
êstaş
ewa kewtûmewe ser ew fake
to.. ew kesey tenya û take
nizayekim bo binûse
bo em zewî çare nûse
beşkim:
piřşingî zêřînî ahramizda firyam kewê
cêgay hawar û aman û biryam kewê
bêwejnê:
tařadeye teř û teřpoş
şînî çipwêt le xwarewe heta serpoş
be kirasî em pêdraw ew pêdraw
yek dûcarê leberkiraw
zaxaw diraw
dest û meçek xiř û xepan
dirust bû bo gałte û gepan
bo hełgiłoftin û guşîn
bo jêr seru bo ser serîn
bała nêwen sing derpeřîw
cêy serincî çawî hetîw
kwanê leser gona nexşaw
be gerdinî sipî zerdibaw
berew xwar be pêç û dewre
emlaw ewlay memkî gewre
zenguł zenguł areq řêje
hoy qaspey goranî bêje
em nîgare
ke bo çawî ew dîwî şêx cêy
řêşkeye
bo aramî em dîwîşî wek bêşkeye
çaw lêk enê, çaw heł’ebřê
diłî leser sed efřê
bêwejnîş peyta peyta
wek agir bê lebin zeyta
benaz çimkî kirasekey
eba bo jêr heyasekey
leser la boy danîştuwe
dûçawî xest lêřiştuwe
çaw hełdênê car û barê
şîru tîrî lê ebarê
qise eka... xunçey gułê
pê’ekenê leser çiłê
pê’ekenê dû řîzî wurd
mirwarî xoy eka be pird
bo řêbazî şerabî ał
biřjête naw şuşey xeyał
řû mon eka, řû girj eka
cigerî dûcar birj eka
qijî jakaw leser lamil
be diłî berdîş eda pił
lûtî berzî kołekedar
kuře kajaw dênête xwar
em dîmene
ke xermane... ke gułşene
tełayî dest ehrîmene
bo cułandin bo bizwandin
bo diłî kêw hełtekandin
keçî bextî keçî waye
nigîn le singî ḧûtaye
herçî eka boy dernaye
ḧût wa le qûłî deryaye
naçar...
wahanay hênawe
bo em nawçewan û çawe
de hemdîsan qurbanit bim
deste siřî giryanit bim
baweşênî germay cêt bim
giskiderî tozî řêt bim
dermanî derdî giranim
lelay toye xom qurbanim
herdû dêřim bo binûse
bo em řeqî çarenûse
bełê qurban..
ba řoşin tir bême duwan
lew pişt kêwe
lew beheştî dunyay mêwe
diłim dabû..
be kuřêkî herzekarî
leş řazawey wek beharî
kwêstanî em kurdistane
ke baxçeye, ke bêstane
kuř çi kořê
şîw hełdiřê
êsqan esturê
leş piřê
çaw piř le çekî netirsan
řewişt ełwen wek erxewan
be sîma hêmin û bê deng
lenawewe wek şêrî ceng
ne gwêy le astî heq keř bû
ne bo kuştin weku meř bû
karame bû.. kar guzar bû
wêney řołey ladê û şar bû
taqe kuř bû taqane bû
serdarî ew xêzane bû
peymanman best
girêmanda le mişt û dest
ke ta mawîn heta naw dił
dû leş bibin û yek tenya dił
tara saz bû
behar... piř saz û awaz bû
melî germyan geřayewe
giřî newroz kirayewe
befir,
leşaxe sextekan twayewe
ew girêyey le desta bû
şewî heynî kirayewe
ta beyanî....
heta hetaw geyşte naw małan
kirijtir bû leyek ałan
şewî dwayî...
şîrîn û xesrew asayî
her xerîkî mijî lêw bûyn
le hewraz û le nişêw bûyn
bo sibeynê... bo beyanî
lenakaw... hêndem zanî
şitê le asman girmanî
tep û toz û girmey hanî
hawarim kird..
çeper sûta
perjîn sûta
eha awazî jîn sûta
bełê sûta
çû be qûta
eweta le gerûy ḧuta
minîş witim..
bom binusin leser piştî
em ferhadem bomba kuştî