řêgay xebat

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 2 minutes  1621 views
ta.. firmêskî řehêłey xor
neřjête ser
 
neřjête ser çiroy qupaw
nayete ber...
 
pê nakenê bebay şemał
natrukênê
 
çawî nûstûy
jêr hewrî tař
***
nakirêtewe...!
nabê beser poş dirext
çiroy girjî nepşikûtû
lêw hełqurtaw
bo awî çaw...!!
***
ta.. qirç û huř
wek giřî sûř
şew perwane
nesûtênê
bałî tenk
bo efsane..!
***
bo nextê řoşnayî
lê dyar
bo... çawezar
lêwî bêzarî tarîkî
 
nagate naw
meşxełî řûnakî
 
lê dyar
ebê taw
 
bibarênê peřî sûtaw
egêna çon?
tałe dezûy tiruskey dûr
tirûskey dûr
 
le qaçî nermî e’ałê
e’ałê
eybird bo qujbin û çałê..?
***
ta... pepûley
bał kuncî têr
tey nekarê
negeřê
herdey tara poşî
nîşaney cê
lêy win nebî
nûkî diřk
singî şeqar
neka...
bazreqe nebestê
ke pelamar
bihênê mar..!
***
nagate hełałey nêrgis.!!
lêwwî birsî
peřey nask
naxate naw
naw demî
daxî gułałe
***
zor meḧałe
bałî pişû
beyek û dû
bênête ser bûkî binar
***
bełê
ême wêłî gułê
emanewê
be xwênî qałî řołeman
bipşikiwê..
çok lenaw lêfey arama
bebê koşiş
bê teqela
bebê sûtan
şewgarî kiş
ebê be nîweřoy řûnak
be çiraxan
leşî birîndarî sitem
gurc goşte û zûn
***
kewabû
zincîr û pêwen
ey pêst dabiř
bige ser êsqanî ser
wek marî kiř...
***
dîwarî panî
zîndanî
qûç û biłind
gilêr kerewey
diłanî
le awat piř
bîprwêne
dayřzêne
cestey dîlit..!
ebê bizanî ew pêyey
kewte řê
egate cê
egate menziłî şadî
bo azadî
be fîřoy nada
xwênawî
belêşawî