gurpe

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 1 minutes  1039 views
xit xit xit xit
çawî mořî mit
çaw zîtî geř
wek şimłî şeř
dêy bo leweř
bo xwardinî kutrekanim..?!
xit xit xit xit
çaw mořî mit
meşke diře
ser hełbiře
serban piře
le paskerî melekanim
***
etewê nêçîr kotir bê
destemo û małî û hogir bê
yeke yeke byanxinkênî
peř û poyan le leş der bênî
dem û simêł be xwên řeng key
wek caran penay bê deng key
emcare kulanem berze
çekim sed core sed terze
toş biřo lawaz, dan leqî
her wek pêşkeşî şeř û şeqî
***
xit biřo bo qujbin û çał
bo xizmet mû zerdî çaw kał
ewey nardûtî bo mûşe
xoy lay to xiraptir tûşe
biřon herdûktan be cûte
mayetan pûçek û pûte