ew peřî hest

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 2 minutes  1367 views
ey ew peřî şi’ûrim
menziłgay řêgay dûrim
aso û şebeqî sûrim
mayey şadî û sirûrim
***
ey hoy awat û tasem
bo çiřukî henasem
(weḧî) em bend û basem
kirde û koşe û kasem
***
ey kilîlî zencîrim
(nîşanî) qews û tîrim
destî hełgirî şîrim
cêgay nînokî gîrim
***
ey padaştî azarim
bazařî kisp û karim
merhemî zamî çarim
baẍim, semerim, darim
***
ey têkoşanî piř xwên
ba zîndan bê çirpaw nwên
mosîqam bê dar û cwên
encam (tîẍekan) eswên
***
encam tenaf bê ya dar
gurzî destî sitemkar
destî lîstî (îsti’mar)
ewanî pya dête xwar..!
***
encam her şeře û şeřgêř
îsti’marî be leş têr
tînî xwênî sûr û swêr
pel ekutê şel û kwêr
***
înca.. aştî perestan
ya xo.. azadî wîstan
eřjêne bax û bêstan
le germyan û le kwêstan..!
***
eřjêne baxî awat
le cêyey řoj lêy hełat
be zebrî sextî xebat
řojî (serbestî û necat)
***
îtir ew tewqey caran
be zor ekiraye milman
bo gêrey aẍakanman
têkřa ekewne piçřan
***
îtir netirsî berge
ne nexoşî be merge
ne hełguşînî wirge
ne hełqirçanî cerge
***
ewsa dêtewe yadim
ke to qîbley muradim
toy ew peřî awatim
toy goy huner û hatim