şeşxiştekî leser şî’rêkî salim
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
1 minutes
3752 views
min biroy peywestî ew nazdare şîr û tîrme
pirçî lûl û zołfî ałoz kote û zincîrme
qojbinî meyxane daym goşeyî tedbîrme
socdebirdin bo nîgaye kirdewe û tefkîrme
key be seyḧey min ega cizbey murîdî xaneqa
şeyxî ew pîr û musîne min cwanê pîrme