zistan

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 5 minutes  1087 views

le qerax şeqameke řawestabû. wext bû kesîre bikewê. serma giłołey kirdibû.

barînî befreke eyda be demuçawya, yek le dway yek, etut destêk zor qurs dawyete ber zile

-destêkî zor qurs- çen aşnaye....

- lejêr destekanî agir debêtewe...

eyut û xemêkî qûł û aşna destî naye bînî. destêkî qurs, destêk ke eytiwanî yarîder bêt... parêzer bêt... destêk hîwa bixulqênê, axêkî tał....

 

tarmayî çen bîrewerîy hestekanî, heste zamdarekanî hênawe so.. giryan şikaye nêw demuçawî şêwîlkekanî hatne êş. bełam taqe firmêskêkîşî bo danewera.

firmêsk... xwaye firmêsk!

dû çawî cwan, dû çawî řeş wekû xurma, dû tirê řeşe, dû çawî cwan, bełam firmêskawî lêy hatne pêşewe

-daye.... daye.

çawekan destyan lê řwa. payan derkird.

dû dest, dû namey bo hêna, dû namey kurt,

yekem name:

«daye meřo... meřo... meřo»

daye piřmey giryan

-řołe axir....

dûhem name:«daye bêro.... daye bêro»

-axir, axir, başe řołe, başe řołe.

-tikaye řawestin, tikaye... tikaye.

mînî bûseke řawesta, lêxuřekey wekû bo derzî bigeřê, çawekanî kiz kird û bo motekey qerax cadekey řwanî.

- biřo kake; gurge, gurg.

- le birsana hatote ser řêgake.

- ełên em kelîxane saḧêbî heye....

- kuře emane fîşqyate.

- bexwa zistanêkî tûşe.

- haḧ! ca witit!...

- kuře xo ewe jinêke.

- bem sermaye?!

- her başe gurg neyxiwarduwe.

derkekeyan bo kirdewe swar bû.

-dade bo kwê?

demî goy ne’ekird be estem wiłamî dawe:

-seqiz bawkim.

-bem sermaye lem nêw çoł û şeqameda çî ekey dade. her baş buwe gurg hełînedřîwî.

-emwîst biřomewanê bo bane. małî bawkim lewêye. bełam peşîwan bûmewe. le maşîneke dabezîm, pêm wa nebû wa direng le banewe maşîn bêtewanê.

-pêy wa nebû?... him!...

-kuře jin de perasûyan keme.

-baş bwayetin yekyan ebû be pêẍemer

-hahaha... ca witit.

nuqmî xeyałêkî tał, gwêy le qisekanyan řagirtibû her qiseyek kispeyekî tir...

-perasûman keme?....

ew zincîre řûdawey em řêgayan dabuwe berî wekû şanoyekî zîndû hatewe yadî.

-na... na... na... na...

hemû jyanî legeł em wişeda řabwarduwe, qet derfetî derbiřînî twanakanî nebuwe. be bêzarîyewe seyrî kirdin. seryan nebû hemû kele seryan demêkî gewrey daçeqaw bû. be yek deng hawaryan ekird: na... na... na... na...

be herdû dest serî xoy girt, bełam her «na» lenêw serya pengî exwardewe.

şeqameke sipî û dirêj wekû melafeyekî sipî... wekû awatekanî zûy. xewnekanî mindałî û gewrekçî, bêgerd, bêxewş, temumj baweşî pya kirdibû. wekû bîrekanî êstay....

heta ehat tesk û teskitir ebuwewe. heta ebuwe xałêkî wekû dahatû....

nahumêdî emcareyan bû be qeleřeşke û çawî bîrewerîyekanî heł’ekołî. hîçî le yad nema îtir seyrî kesî nekird.

çawî nuqand, wîstî sîmay kuře çikolekey bênêtewe ber çawî, ney’etwanî. carê way lê ehat beqed mînî bûseke û carî waşe beqed sere derzîyek....

memkey cuyî, řenge aram birsî bê, desêkî xiste berokî kirasekey. şîrêkî germ awpiřjênî sersîngî kird....

***

leber garacewe larelar kewte řê. sermay zistan, sermay zistanêkî sexłettir lem zistane namoyî, bêdesełatî, tînî řołeperistî, geřanewe bo ew şwêney lêy derkirawe, maçkirdinewey zincîrekanî yexsîrî.

-şukur małe bawkîşt řêgayan neday, çî bû xo to eřoyştî etut mafî însanîm ewê. be kewiçk û çingał nutqit ekird; çon hatyewe, xo to îtir weřez bûbûy ḧezit le şeq û tif ne’ekird....

-ne’eřoyştim, dertikirdim. qed seg leser tûtik hełnasê... pişîle beçkey becênahêłê... seg, pişîle? haḧ lew aşnayane....

pest bû. geyştewe ber małî xoyan. pałî da be derkekewe, bekuł girya.

-firmêsk... firmêsk....

na aram gyan, ba her giryan beşî min bê.

pyawan eger hezar perasûyan zyad bê yek şityan keme, hestî daykayetî.

řołeperestî... ke le hemû şitêk xoştire. le hemû ’eşqê pîroztire....

tund memkekanî hełgiłofî.

-bełam řołe ew şîremit ḧełał nakem. bem řêga koneda biřoy... jineket be hawřê nezanî. be ’ebdî xot, be kiłfet... kuře sed xozgem be kiłfet...

-řołe îtir em goranîyet bo nałêmewe:

xwa bîya nyazim
ḧewt jinû bo bixiwazim
yekê bo peřo pîne
yekê bo banî sîne
yekê doxterî paşa
yekê turkî temaşa
yekê bo naz û nûzî
dwanîş bo duxt û dûzî
 

řastîyekî tał hełbestekey lebîr birdewe. pyawekanî dahatû desperwerdekanî emřomanin....

boxoman em bîreyan tya perwerde ekeyn:

«małî piř bê, giştî kuř bê, şwałî şiř bê»...

«etkem be karekerî kaket. xuşkî bê bira ḧurmetî nîye, małî bê çira řewneqî nîye.»

-řenge daykî ḧemeş way be xuşkekanî witbê.

***

dengî giryanî aram hate kołan. berokî kirasekey teř bû. tund tund le derkekey da.