katjimêr

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  848 views
êwarane kotrêk dê
bedewr serta exulêtewe û
be gimegim hewałî minit bo dênê
ser heł’ebřî
nîgakantan yek egirin û
ebê be parçeyekî giř
ta egatewe jûrekem
be asmanewe esûtê û
piřûzekanî ba eyba
nazanim to çît beser dê
biřwam nîye ew agirey le nîgata nêłe ekat
serçawey le diłta nebê
biřwam nîye wek etewê
sard û siř bî
êwarane goranî bo tasekanî ew kotre exwênim û
birînekanî maç ekem.
serî ’aşiqî heł’ebřê
le çawanya çaweřwanîy êwarey tir bedî ekem.
lenêwan kotrî xoşewîstîm û
daristanî nîgakanit
deryay agir dayîsawe
hemû katêkî jyanim êwareye û
ew kotre êsk sûke
katjimêrêkî şikawe
le jûrekem hełwasrawe.