semay agir û gerdelûl le şewî řaz û xulyada

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  810 views
namo bûyn û
namoyîman legeł xoman
mał be mał egwêzayewe
tenya bûyn û tenyayîman
legeł xoman
sat legeł sat bałay ekird.
bełam yek bûyn
wek dû çawî kaseserêk
dû pencey dest
yek bûyn wekû
dû beşî yek diłî sakar
sate piř le xurpekanman
beyekewe řa’ebward û
beyekewe bazman beser agirda da
lebertîşkî estêrekan
řêgay xorman edozîyewe
lebîrit dê?
kake eyûb lebîrit dê
lew şewî řaz û xulyada
çon řoḧman kird be pepûley şemî
ew koře şîrîne
ledwayîşa beyekewe bałman çiza
be sikłî tûřeyîy şewa
lebîrit dê
lew kateşa her yek bûyn û
nebûyn be dû.
wekû dû bałî pepûle
wekû....