mîwandarî

From the Book:
Qeɫay Řaz
By:
Zhila Hosseyni (1964-1996)
 1 minutes  982 views
sêtarêk û sê goranî û sê peře şê’rî diłdarî
yekyan nasî û bûn be dostî gyanî gyanî
beyekewe jûrêkyan girt
lew jûreşda mîwandarîy şax û bîr û taseyan kird
şew ta beyan em destî ewî egûşî
ew destî beser ewî tiryanda ehêna
emyan bîlbîley çawî xoy bo danabûn
ewî tiryan cigerey cerg
bo beyanî hîçyan wek xoyan nemabûn
her bew şewe be qed ’umrê çawerwanî bałayan kird
têk ałan û çî becêma?
xoretawî ’eşq û cwanî.