’eceb mawim ke peswê bote taran bo minî xakî

From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 1 minutes  908 views
’eceb mawim ke peswê bote taran bo minî xakî
debê bimrî le derdî bê wełamî ’arz û şakî
heta wêsta lebo bêçare cêy lutif û ’edałet bûy
leber bedbextî xome dadxiwazî bote bê bakî
desûm dasî umêdim bo dirûnî mezre’ey lutifit
peřî xûşey řeca û arezûm, ma xar û xaşakî
de bigre cûlekêk bim min mutî’î emrî îslamim
le îcray ḧeq tesamuḧ ḧeqqe hem bo amîr û zakî
le lacan û şino, melce’ nemawe multecî bim pêy
ke aẍaş lêm nepirsê dabnîşim ba be ẍemnakî
eger meylit nebaye zeřxirîdî kes nebû lacan
hemîşe çaweřêy lutfî etoye çawî ẍemnakî
edîbîş hem be řojî xoy be karî gyan nîsarî dêt
dirêẍî lê mefermû, bê xeta, řûy řeḧmetî çakî
le lan wa bû ke bêçaran le sayet bê xem û derdin
ke lacan bête tewrêz, xom qutar kem ba be çalakî