3

From the Book:
Pênc Engust Debne Yek Mist
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1197 views
qamke gewrey wirg zil,
tewezel û tep û fil,
eyut: aşna naxwazim;
le lawazan cyawazim.
***
xenînî ehat şade,
eyut: besye îfade
to nawit espê kuje,
min nawim doşawimje.
***
naz deka bałaberze:
kê wek min cwan û terze?
xişił û xemił û lerzane,
şyawî bałaberzane.
***
biratûte -we bołe-
engustîley le kołe
êjê: min dewłemendim
îtir weçî derbendim.
***
tûtey poxekey pûte
kurtebałaye, řûte
serî deber xoy nawe
lem nawe bêkes mawe.