be nawî xwa

From the Book:
Pênc Engust Debne Yek Mist
By:
ماجد مردوخ روحانی
 3 minutes  1296 views

em namîlke pexşanêkî -be řesen- řûsye; nûsrawey birîjît wingurburiskî; ke be çend zimanan wergeřawetewe.

sałî 1362 hetawî 1983 zayînî «kanun pirurş fikirî kudkan û cwanan» bergêk lew kitêbey pêdam -ke le ałmanî řa wergeřabwe ser farsî û çap kira bû- bîkeme kurdî û çapî ken. wergêřawe zor xaw û xilîsk û bê tam, nexşekanîşî nepoř û naşîrîn bûn; bełam bew ḧałeş şwênî hestî naskî nûserekey -wekû awê pûş û pełaş daypoşîbê- carcare xoy berçaw dexist û derdekewt ke çonawçon twanîwye westayane, binaẍey ew çîroke kurte dařêjê û le akamda qiseyekî xoş, bikate amojgarîyekî puxt û paraw.

herçendî ḧewlimda, ne esłî nûsrawe û ne hîç wergêřawêkî -be hîç zimanê- destim nekewt. farsîyekeş ewe ḧałyetî. dyare bem core bo minêk ke taze garegare kurdîm dexwênd û larelareyek demnûsî, karî wa meyser nedebû.

birdime xizmetî bilîmetî wergêřan, xwalêxoşbû «mamosta hejar» û leser ta xwar nûk û bedî karekem bo gêřayewe. mamosta sûkeçawêkî pêda xişand; keyfî girtî. wek biłêy em pênc enguste, ew pênc zarewey zimanî kurdî webîr hênabowe -ke hîçyan ewanî dîke be hîç nagirin!- fermûy: zor başe karêkî legeł dekem. çen řoj lewdiwa bangî kirdim; ke xwêndyewe, wek mirdiwêkî zîndû kirdibêtewe, wa bû. zor aferînim le xom kird! ca tuxwa ḧeyf nebû ew estêre cwane, le asmanî ziman û ferhengî kurdîda -bo minał û tazelawman- wedî neyêt û nebêt û xo nenwênê û nedrewşê û çaw hełneyênê?

wek řołeyekî xoşewîst, le destî mamostam send û poştem kird û dam be «kanun pirurş fikirî kudkan û cwanan»; bew merce bîden nexiş û nîgarêkî cwan û lebarî hêjay ew karey bo saz ken. «bełê be çawan» yan gut û lêyan sandim. îtir xeberêkî nebû, ta bîstim le çap derçuwe. çawim pêkewt siřî kirdim. be bê ewey xo mandû ken, her bew wêne bê feřaney farsîyekey û be çen hełe û pełeyekewe, çapyan kirdibû.

êsta ke hejde sał lew mawe řadebrê û çen sałe le sine dejîm, lem şare -le xwa be zyad bê- zor hunermendî berz û be hestim dîwin, ke her kam le karî xoyda, etwanim bêjim hełkewten. yek lewane, lawî des nexşîn û zîrek, kak «bêhzad tara»ye; ke her nasîm û çen karêkim çaw pêkewt, kewtimewe bîrî «pênc engust». lew laşewe be nawbijî biray kurdim «’ilîrza aşrafî» ke êsta berpirsî «kanun» le parêzgay kurdistane - sebaret bem namîlkeye pêk hatîn ke kesman le kes bê û min le řabirdû waz bênim û ewanîş karyan be dahatû nebê. bem core «pênc engust» carêkî tir be wêneyekî tir, řûnakî debînêtewe; ke hîwadarim mindałanî xwên şîrîn û lawanî xoşewîstiman pesendî ken.