nayl bû be şî’irit diłî piř ḧuznî şebane
bo mela mîney qereqşiłax
From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
2 minutes
899 views
nayl bû be şî’irit, diłî piř ḧuznî şebane
qurbanî wicudit ḧeşem û miłk û xezane
dû sałî temame çi le řûda, çi ẍyabî
îxlasî ’eqîdem be to bê řeyb û gumane
lew weche senaxwan û murîdim be cenabit
’arî le ’eba û sebḧe û mîswak û nîşane
ew perde lebo mufsidî wek to gelê seyre
kewden kuřeyî herzeçeney lûsî jinane
lem serḧede bîstûte yeqînen be tewatur
çend kes ke denałî le ber ew tîr û kewane
fî alcimlihArabic ke serfî nezerim nabê le estî
hêlkêkî le nêw -Missing deykem be nîşane
ḧazir debim ew sêşeme, bo qîsseyî me’hud
bê nyazî dekem babê be bê ’uzir û behane
’ehdim eweye nabê leser -Missingy welaçim
sed car binałênê be hawar û fuẍane
karim ewe bî muddeyî dey mahî celalî
kilkî bikeme beyřeqî urdûyî şehane
lew ’eşrete wa çake ke wa xanî biray bê
amade be tenbûr û be sê tar û çeẍane
me’lume ke estî be esił mengure, kerdiz,
pêy xoşe teqaza û ḧeřekey bulhewesane
çun zor nîye, şa’îrî teb’êke xudadad
kêşey to degeł min be xuda xebit û zyane
bê deng be mela mîne, be kurdî edebit bê
bo hecwî be bê perde, edîbPen name şêrî jyane