ême ke be naw komełî pêşmergey xakîn

From the Book:
Şî’rekanî Mela Aware
By:
Mulla Aware (1933-1968)
 2 minutes  1115 views
ême ke be naw komełî pêşmergey xakîn
pêşdest û fîdakarî hemû kurdêkî çakîn
deshełgirî ser, mał û kuř û babîn û dakîn
çunke be dirustî řegezî kaweyî pakîn
boye le şeřî dujminî gel hênde bêbakîn
lew katewe xełfî qed û bałay me çeqawe
be xwênî şehîdanî weten awî dirawe
çunke le memey kurdîyewe têr kirawe
her bote dilêrî û nebezî herçî xurawe
boye le şeřî dujminî gel hênde bêbakîn
ta ewřo leber tefreqe, ger maf xurawîn
êstake hemû yek dił û yek zar û tewawîn
biřwane bo ser sengerî dujmin çi betawîn
çunke le berey pakîzey eyyûbî benawîn
boye le şeřî dujminî gel hênde bêbakîn
êstake çeqîwîn wekî şêr le meydan
des hełnegrîn merce le cengîn û hewł dan
ta wernegrîn mafî xurawî gelî baban
êmeyne becêmawî qedem xêr û kerîm xan
boye le şeřî dujminî gel hênde bêbakîn
seyrî ke, ke aware be pêşmerge denazî
çirîkey dê, bebê tirsî dełê herwekî bazî
řaweste heta detgemê ey xwênmijî qazî
hatûyne neberdî hemû bêgane be sazî
boye le şeřî dujminî gel hênde bêbakîn