bixiwênewe û alan binase

From the Book:
Şî’rekanî Mela Aware
By:
Mulla Aware (1933-1968)
 5 minutes  1425 views
alan! ey baẍ û bêstan
ey nawçekey kurdistan
ey beheştî ser zemîn
ey nexşî can aferîn
min beşî xom geřawim
cîhan hate berçawim
nemdî wêney to çi şwên
hem kwêstan û hem germên
xoşî, leber diłanî
ta çaw ḧez deka cwanî
le herzinî dête berçaw
mêwij û doşaw be lêşaw
gakê û têpet û berdan
cêy meř û mał weder nan
tûtnekey zerdekanî
řozmen bê be qurbanî
pîrbaba pîrî meşhûr
xełk le nîzîk û dûr
le kwêstan û le germên
berewpîlî deçin û dên
badar û ser be hewê
cêy wayan des nakewê
awedan bê meznawe
mełbendî bełekçawe
le kêw le mazû çinîn
be hełpeřkê û pêkenîn
be dabî herzekarî
dûr le dinyay xembarî
şew û řoj řadebwêrin
des û dił û çaw têrin
xwarewey xwaremîre
konecêy mezin û mîre
eşkan û mezrê û germaw
xawen deẍił û tûtin û aw
bêtûş baxçey gułane
hêlaney bulbulane
kuř û kiç û law û pîr
hemû diłxoş û diłgîr
bax û baxatî cwanî
mizgewt û ḧewz û kanî
dar û dirext û sewze
awî sard û bêqewze
heta dinya dinya bê
wêneyan peyda nabê
mîwecatî cor be cor
zerd û sûr û şîn û bor
şîrin, mizir û mezey xoş
pyaw deken mest û serxoş
xuřexuřî awî kwêstan
dête xwar bo nêw bêstan
çirîkey bulbul, qaspey kew
her le beyan takû şew
be awazî saz û xoş
dił dênne coş û xiroş
şaxî be befir û berzî
deřwanête ser ḧerzî
mela ’ewłay bêtûşî
hezar řeḧmet bê tûşî
řołey em xak û awe
le dinyada benawe
ne be ziman ne be qełem
natwanim metḧî bikem
turk û fars û ermenî
kurd û řom û yemenî
kes nîye nawî nezanê
çim dawe le beyanî
bêtûş beřastî xoşî
mełbendî ’eyş û noşî
çon mediḧit be min dekirê
her ewendem pê dekirê
qet derneçî le yadim
her bewendeş dił şadim
mêrgasî cwan û řengîn
sazgare û cêgey hawîn
cêy aheng û seyrane
diłgîrî pîr û cwane
dulkanLocation û kanîlanLocationy
sed dił debê ḧeyranî
le mêşkepeLocation û řecakeLocation
mam ḧacî pyawî çake
bêşke û dêge û balêtan
şîranyan û dînaran
serûy dînaran binawe
dêyekî xawen awe
geyşte bêjwê nobe
cêy zikir û dîn û tobe
cêy tedrîs û medrese
dûre le diro û delese
şêxemînNamed-Entityy emîndar
pyawî xuda û xwêndewar
zor benawbang û naw bû
qîblegay pîr û law bû
herkes ewî nasîbû
fêrî xuda nasî bû
pît û behrey xuda bû
bo ser zewî řija bû
serçawey neqşibendî
xozgem bewey ço bendî
hezar řeḧmet le gořî
yezdan bê çawenořî
mûçekanî bêjwê
qułeLocation û mûneLocation û berdesûrLocation
mezrêLocation hemûy xwar û jûr
hem gocarLocation û sê kozûLocation
kurwê û darî û darmazû
le gwêzlî hencîr û tirê
hênde zore nagutrê
girtikî her awedan bê
heta ser xanedan bê
kawjan lewberî girtikî
zorin mêwjî bekełkî
hezar siław lew gunde
lew bêjwe řend û mende
bêjwê beharî şadî
le alan bote nadî
sed û bîst mał bałaye
hemûy ał û wałaye
kuř û kiç û law û pîr
hemû zana û ’eqił û jîr
dił xoş û dem be xende
şînî wêney gowende
pîrî be keyf û dił cwan
le dewłemend takû şwan
hemû şîrin kelamin
piř ’eqił û hoş û famin
kuř û kiçî herzekar
fêrî gongeł û qumar
lawî gurc û goł û tund
dête berçaw lenêw gund
kuřan şêr û piłîngin
kiçan qaz û qułîngin
kanî mizgewt û çinar
mela û feqê û xwêndewar
her le bêjwê cwanin
pêkewe şan be şanin
bêjwê! hetakû mawim
lanaçî le ber çawim
ba lew serî dinya bim
eger le to diłnya bim
her pêm waye le latim
hawdengî xak û patim
ew ca be xwat despêrim
bêjwêy bexêr û bêrim
xwat legeł bê bêjwêy xoş
şerte netkem feramoş
sinciwêLocation, dolîLocation û řeşekanLocation
bimbexşin be hersêkan
her ewendey dezanim
biłêm heta detwanim
cêy gewre û xanedanin
xawen qonax û nanin
girwêsLocation leber diłanî
wek gułî ser çiłanî
xawenî zewî û zarî
cêy hencîr û henarî
tematey beharanit
mirebay henaranit
giłespî, mêrgan û zêwe
şêxesûrî kiřêwe
dewrey ełmanLocationy dawe
yaxwa her bibin awa
mela pîrePerson û şêxesûrPerson
dû merqedî piř le nûr
cêgey řaz û nyazin
du’ayan lê dexwazin
le hemû goşe û kenar
le dêhat û le naw şar
pol pol û deste deste
bê mandû bûn û xeste
berew pîlyan dên le dûr
zyatir leber şêxesûr
betaybetî beharan
be kołepişt û baran
kulêre û nane çewre
be lêşawe lew dewre
zor car be bezim û aheng
kuř û kiçî şox û şeng
degirin destî řeşbełek
zerd û sûr û çaw bełek
ba lêre des hełgirîn
biçîn hełpeřkê bigrîn