hawarî tûtnewanêkî nawçey serdeşt

From the Book:
Şî’rekanî Mela Aware
By:
Mulla Aware (1933-1968)
 7 minutes  2048 views
tûtnewanêkî hejarim
bêxanû û bêzewî û zarim
mindałim řût û birsîye
jyanim piř metirsîye
řûm nîye biçme nêw xełk
bêberg û pêław, bêkełk
bełam çibkem çareřeşim
xermanim zore û bêbeşim
xom û xêzan, gewre û biçûk
řadepeřîn wekû helûk
ya quřekarî û xiştebřîn
ya cûte û zewî hełdiřîn
be gasin, pêmeře, be paç
be çing û nînok û be qaç
ewca tû û şetił pê dekirê
be çîlke û çał serî degrê
bijarî çen naxoş û wird
pîşeyî kuř û kîjî kurd
zewîyekem bûre, dêr bikem
newek sîs bibin şetłekem
dêraw hełdan, xakaw kirdin
kuř û kiç wekowe kirdin
bêpûł û baẍ û bizin û meř
dûrim le xêr, nizîk le şeř
qerizdarim, derdedarim
şermendey xełkî dê û şarim
xełkî pêy waye tembełim
bêkesb û kar û çepełim
herke kutyan serî sałe
wadey cût û kiştukałe
hełdebezîn lêre û lewê
bełkû karêkman des kewê
wa behare derkewt gił
cêge xoş dekirê bo şetił
deybêjîn û xoşî dekeyn
têkeł debê le geł peyn
dû řoj carêk awî dewê
ta şîn debê û derdekewê
şew û řoj xew naçête çaw
kengê berim kewê aw?!
be şêwbiřîn û werd û xet
kêłan degate pênc keřet
naxoşe tûtin çeqandin
hełtirûşkan û pişt çemandin
le aw daştin sistî nekey
ta degûrê wişkî nekey
norey pişk û bijarbiře
cergibře, bijar piře
wa nîwguł kira aw dira
le dûrewe berçaw kira
kiław kergerî wederkewt
ejnom şika, nêwkim kewt
řebbî kwêr bê û çawî nûsê
be zyadim le ser nenûsê
derdî pêrarim negatê
ne kesrîm bê û ne çîm datê
tûtninûs, bo xatrî xuda
řuḧmê bike be minî geda
meysûtêne řencî sałim
xawenî koşêk mindałim.
taze hełîweşênmewe
bişmirî naykujênmewe.
min karbedestî dewłetim
dujminî xak û mîlletim!!
zor leberî pařamewe
bê pûł cwanî nedamewe
nûsî be çił pûtî tewaw
tepłe be serî dwa biřaw
be fîzewe swar bû řoyî
bu min çî ma? řenceřoyî
ewca barîn derd û beła
bo tûtnewanî bêseła
be lerz û ta, be derdî çaw
sîs bûm wek tûtnî ber hetaw
bê pûł û pare, bêxerman
bê duktor û daw û derman
kirim û miłeş, kełe û gezo
le tûtnî tayîn bûn weko
ewîş wek min sîs û damaw
çirç û bêşefaf û jakaw
nexoş û hejarîm biran
karim zore, derdim giran
cuçke weçe, ser pisan
binpel teře daşkan
çardax û ben pêwe kirdin
weber taw dan û wişk kirdin
telîs, şirît û ḧembałî
xesar nekey nîw misqałî
ewa dagîra û danra
petey bar kirdinî dira
xoşî xoşî diłim şade
xawen qerz bes xo bade!
tûtnekem zor cwan û řende
bon xoş û baş û pesende
ewřo û sibey barî dekem
warîd be naw şarî dekem
duxanye çakim lê dekřê
pûłêkî başim pê debřê
her qerzêkî be sermewe
deydemewe be germewe
cilk û pêław, desre û kiław
birinc û řon, bo çiław piław
herçî pêwîste bo małim
bo xom û jin, bo mindałim
hemûy dekiřim be herzanî
le çaw sałan be mercanî
qerizdar nîm, nextikřim
çîdî nałêm bergişřim
ḧacî qadirNamed-Entity, ’elî qesabNamed-Entity!
çayî bênin legeł kebab
şew le utêl le ser fener
dexom, denûm be bê xeter
be řoj ta şew bazař pêwan
be fîzewe qedem lêdan
degeřêm dûkan be dûkan
sewda dekem cilkî bûkan
le derzî takû peşmîne
her şitê cwan û řengîne
nirx û qîmetî depirsim
tûtnim heye, çaw netirsim
mindałîş tilîtlîyane
le małê xoşî xoşîyane
bab le şar degeřêtewe
hemû şitêkman bo dêtewe
dû řoj bem core řambiward
be qerz nan û çayîm xward
dił piř le aheng û xoşim
emřo tûtnekem defroşim
aẍay ře’îs wederkewt
oxey norem weber kewt
de ferde tûtin řîz kiraw
le ber şewqî hełnayê çaw
bo dîtin û çaw lê kirdin
hemûy perit û biław kirdin
ser û binî hełtekandin
nîweyekî lê werandin
minîş le cêy xo hestawim
be bê ziman řawestawim
le nakaw hate gwêm dengê
day le cergim wek xedengê
gutî: lêden be waguzar
emsał xiraptire le par
be řûyekî tirş û tałewe
gutî zû bigere małewe
de pûtit kesrî le sere
bîhêne bê bêne û bere
ke gwêm girt lem deng û seda
řeq bûm lewê wek miqeba
paş tawê tasan, ḧepesan
be dengêkî piř le tirsan
hatme ziman, hawarim kird
lêm weko bûn dirişt û wird
kutim: hey dad û hey hawar
her le řêgey perwerdigar
aẍay ře’îs! qerizdarim
nexoşim, birsîm, hejarim
hîç nebê qerzî emsałim
qûtî xêzan û mindałim
bimdenê ba erbabekem
heqî çayî û kebabekem
řazî bikem bîdemewe
řêm bê bo şar bêmewe
ya bimgirin, ya bimkujin
ya kesrîm le ser hełgirin
bimbexşin le řêgey xuda
xercîm nîye bo dadga
hełdelerzîm hełdeçoqam
neřandî be serma, toqam:
ey bêşermî perde diřaw
ey çiłminî pîs û giław
bêdeng nebî, bê’abřû!
têt hełdedem be arezû
da kuřîne, lêre derî ken
nek lêre, şarbederî ken
bem çeşne deryan peřandim
berhemî sałyan fiřandim
be dizî xawen qerz û erbab
bê pûłî qaweçî û kebab
milim bo na be larewe
derkewtim le naw şarewe
be çawî piř giryanewe
be diłêkî wek buryanewe
hatmewe naw xaw û xêzan
wek baranî gełařêzan
firmêskî řûtî û hejarî
le çawî giştiman debarî.
dujmin takey bidem bacit
dek wergeřê text û tacit
ey werzêřan, ey cûtêran
ey tûtnewanî małwêran
ba yekdił û yekziban
be xebatî şêlgîrman
ta dwa pişû hewł deyn
şeq dew řejîme hełdeyn
yek girtin hoy serkewtine
xebat řêgey deskewtine
eger yek bîn û yek bigrîn
legeł yekda bijîn bimrîn
zał debîn û ser dekewîn
berz debîn û nanewîn
hewł û teqellay bêwçan
bê mandûyî û bêpşû dan
taqe řêgey azadîye
hênerî řojî şadîye
le dwazdey şeşî çil û şeşda se’at dwazdey beyanî le yekêk le çya berz û sext û sazgarekanî nîştimanî azîzman kurdistanî řengîn le jêr kepre şînkeyekî xincîlaney neşmîlaneda ke çořeçořî kanyawe saf û sardekey tenîşt kepreke, qaspey kew û kewbaře nexşînekanî dewruberyan têkeł be şineşnî şemał û bay kwêstan ke deyda le liqupopî dar û dewen, wek layî layî daykêkî diłsoz ke le ḧedeḧedî nîweşewî gełařêzanî payzda, be dengêkî nerim û nask û xoş korpey taqane û xoşewîst bilawênêtewe, le perdey gwêçkemanda dezrîngayewe û hanî dedayn bo aheng û hełbestî hełpeřke û goranî, bełê a lem şwêne û be heway xoş û diłgîrî emane bûjamewe û hatmewe ḧał û em parçe honrawem nûsîyewe ta bibê be yadgar, herkatê le her şwênê xwêndiranewe, ewaney naḧezin tif û neḧlet û nifrînêkî zor û emaneş ke dost û birader û hawřên du’a û siław û řojbaşêkî leberdiłanim bo binêrin û yadim biken û webîryan bêmewe.