řût şemsî temûze hemû piř tabiş û tawe

From the Book:
Dîwanî Edîb
By:
Edib (1874-1932)
 2 minutes  913 views
řût şemsî temûze hemû piř tabiş û tawe
egrîceyî çîn çîne le řût pexiş û biławe
ḧeyranî demit bim be mesel şûşe guławe
qurbanî dû zulifit ke dełêy sunbulî xawe
meylit ewe çend řoje leser we’de nemawe
řojê nîye mestane ke ’ehdit neşkênî
wek kahřuba ew diłî miskîn neřfênî
wek qews û qezeḧ satê be řengê denwênî
bê gyan, bedenî xestecger! bo çî demênî
wek şûşeyî nask diłî bêçare şikawe
pêm fermû: gunahim çîye ey serwî diłaram
çîdî meke diłřence esîrî minî nakam
kwa taqetî ew cewre hemû tab û twanam
ebroyî keçit ḧałî demî mergî nîşan dam
tehdîdî serî tîrî mujanit be ’elawe
aware û xunxiware, meger wamqî ’ezram
lomem çi deken, kuşte û sergeşteyî leylam
ẍerqî ẍem û sewdaser û aşufte û şeydam
bo daneyî xałit be firîw çûm, diłî kêşam
sertaserî dewrey qemerit, dane û dawe
sêwî çeneget, awî ḧeyat û çehî zemzem
ey gyanî ’ezîzim be fîday ew ser û perçem
ewřoke dełêm xakî hemû der weserim kem
pirsîm: çîye dermanî birînî diłî piřẍem?
fermûy ke deway sehwe edîbPen name karî kirawe