serwebejnê

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  622 views
delal û rind û şêrînê! were nik min şeva înê
wekû zehra û perwînê, ku xanî têkde gulşen bî
serû wek bejin û balêye, birû wek nûn û dalêye
dilê min tim li balêye, were, ko şev bi rewşen bî
şeva tarî bi min geş bî, bi bîna te me dilxiweş bî
bila xanî bi laleş bî, senem, dêm û leb û çen bî
bibosin ez, dev û lêvan, herim nav bexçeyê sêvan
li ser çavên me bî mêvan, xelata min ji gerden bî
eger raste evîndarî?, li dengê min tu guhdarî
were carek bi nazdarî, bila xoş û şekerken bî
bila tim ken ji şukker bî, bila dilxiwaz û dilter bî
kewa kesk û kiras zer bî, suruşt û hor û bê ten bî
were da em bibin meynoş, di xanîde bibin serxoş
ku em herdu bibin agoş, evîna mewekfen bî
xwezî carek bihata vir, bibosa min çena wek dur
li dil agir bibûna gur, bila gerden di nêv ben bî
were ez te bikim hembêz, ji wan lêvên şeker’amêz
şerabê ez vexum hergêz, ku dil kesra û behmen bî
were ey şah û xanê min! tu topan berde canê min
dema ko bê civanê min, bila min dil bi londen bî
bila serbest û azad bin, bila dilxoş û dilşad bin
ne wek: şêrîn û ferhad bin, bila navê te: sewsen bî
were da ez bibim gorî, ku ramîsim te ez horî
ku cengê xweş bikin morî, bila dil regê bêjen bî
meya lêvan, ku bê xeş bî, cigerxûnPen name pê bi serxuş bî
dilê min tev bi ateş bî, ku ev ola me nûjen bî