mirovim ez ne hovim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 1 minutes  895 views
li ser textê dilim rûne tu zanim!
mabîne, ko hemî: ar û duxanim
tu canê min ji min mestîne canim!
mirovim ezne hovim ezne canim
weke qesrek bilindim ezne xanim
bi şahîwer tu rûne şah û xanim!
evîna te dilê min tev disojî
ji ber «na » te nexoşim dilgiranim
ji wan lêvan bi hêvî û xwezîme
li ber derya evîna te şivanim
were ronî, mirovim ger tu rûnî
şeva tarî li min xweşkî cwanim
te reşbiskên ji miskê rengê davin
ji ber wan dil bi qêrîn û emanim
were bînahya çavan binêre
tu dektorî, venêre ez kusanim?
du reşmaran dilê xemgîn gezîne
di jînê ez di nav koma dizanim
tu şahî, wer bi şahî em bibin dost!
eger rû wek gula sorî, gulanim
were xanim li meyxanê duxanim
li ser herdû rexanim wek rexanim
delalê wer şeraba dev binoşim
ne serxoşim, nexoş û cengiranim
cigerxûnPen namem, ji «na» te ez dinalim
şikestîme wekû: dal û kevanim