sofyê meyxanê me

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  758 views
were da biçne meyxanê, bila dîsa tu sofî bî
eger dil pak û paqij bî, ne ko sofîkî rovî bî?
li meyxanêbe dîsa dil, bide yara xwe ey sofî
dibî wê çaxê sofî bî, ne wek îro tu mofî bî
bila dil sade ronak bî, li kû bî dê tu dilpak bî
li meyxanê li pûtxanê, dibî tav û ronî bî
were da em vexun camê, ji destê şox û dotmamê
li vê dinya xweş û şêrîn, çiman tê hirç û kovî bî
çiman perdareş û tarî, ji rengê şev li ser rû bî
ko dil xurit bî, bila herdem, di nav alayê romî bî
---- ---- ---- ----Missing
bila bedkar û sersem bî, bila serpoş û kofî bî
tu guhdêre def û nayê, çi xweş gazî dikin sofî
ko lerzîn têne canê, meger xirqe me poşî bî
binêr sofî li vê xanê, çilo wer hate meydanê?
heta kengî di zindanê, wilo tim birçî û tî bî?
nizanî agir û avî, ji oksocên û hem tavî
heta saẍ bî di vî xanî, bila dil tim bi hêvî bî
tu destide zuhre sîmayê, tu guhdêre def û nayê
eve cenet li dinyayê, bila dosta te horî bî
dibim sofî di meyxanê, me noşî mey ji fincanê
disojim rengê perwanê, ko yara min dixanî bî
me şaş û cibe avêtin, şerab û mey metev mêtin
ji lew em agir û pêtin, bila şêx jêne razî bî
eger em biçne bin axê, emê çibkin bi ax axê
di vê qûnax û vê mafê, bila ola me manî bî
bila dostê ji min xweş bî, ko şêrînken û rû geş bî
bila dil pêt û ateş bî, li min her tişt xuyanî bî
bila yar tim bi minra bî, qyamet da li min rabî
wekî bilbil bi gulra bî, bi dil xoşî û şahî bî
çiqas serihiçk û sergerm bî, di gel min ko xweş û nerim bî
meger bê hevser û germ bî, dixiwazim ko cwanî bî
cegerxûnPen namem, xwedî olim, di ristêde çi bîngolim
wekû ferhad çyakolim, li xwar bî, ya li banî bî?