jîn û hebûn
From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
1 minutes
1033 views
di vê jînêde em tev dibên: ax
wer em bighêne hev berî bibin: ax
hosteyê jînê ev cihan çêkir
ez û tu jêre herdû kirin max
lemma evînê gava ku şîn hat
ez têde çend sal, çine ev qûnax?
kê em anîne, ji me nepirsî?
çine ev çend sal, çine ev qûnax?
kevin û nû yekin, lê dem diborin
di vê jînêde em tevde ortax
kê ev dîdarî, rindî dane te?
kê li dil danîne ev key û ev dax
kumbeda cîhan yekser ava bû
ji bo vî xanî ez û tu çardax
cîhan pir xoşe : av û dar û ber
lê em tev têde : dar û ber û bax
ev jîna em tê şevreş taristan
ez û tu jêre : ronak û çirax
em dûrî hev bin, jîn hêjaye çi?
candar, bîrewer tev dibin kelax
em tev cigerxiwînPen name, bê ol û bê dîn
nayên veşartin bi kinc û yeşmax