sirûd bo qutabîy minał

From the Book:
Dîwanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  803 views
çend xoşe hestanî demî beyanyan
bo řoḧî saf nûr ebarê le asman
le cê hestam cirîwey çoleke hat
çawim şit û cilim gořî, řoj hełat
çam xwardewe, cantam girt be destewe
geyme mekteb çûme sinfî dersewe
şukir çak bû be dersima geyştim
çunke zû hełsabûm zû tê geyştim
boye ḧez le xwêndin û mekteb ekem
be xwêndin awa ebê wiłatekem