ḧîkayetî melay maweranî û sofîyekî şêx řeşîdî lolan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  948 views

ew ser û bende ke dîmukirat be ser mehabad řadegeyştin û zor le birewda bûn, «muhendîs arya» naw, hate lam le kerec. daydaye tay kelamełłaye ke debê toş bêyewe şar û şêle wa û bêle wa...

gutim: be hîç cor nayem! kake bîstûme 25 ḧîzb lew şare biçkołe heye! emin zorîş zîrek bim her detwanim yekyan le xom řazîy kem; bîst û çwarekey dî cwênim pê deden! gutim: dełên melay maweranî - ke êstaş nawî pîroze û xełkî ’êraq swênd be gořî dexon - řojêk dû kes çûne lay bo şer’ leser biznêk. fermûye dûsbey wernewe!

feqêkanî be tenya pêyan gutuwe em şer’e zor hasan bû. dûsbey bo çi bû? gutbûy min gizre û kayekem danepoşrawe; şer’ be lay herkamyanda nedem, şew lêm desûtênê. sibey qerare daypoşim. dûsbey şer’yan dekem!