wefatî barzanî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  866 views

bê cêy nazanim basî ew mela ḧusêne bikem:

melayekî yekcar sermirdûley şiřuşřoł le ḧacî omeran hate lay barzanî. ewendey xo be pyawçak û bêtemaḧ nîşan da nebêtewe. barzanî parey daye, werînegirt; tenya gutî kitêbî dînîm bo bikřî demewê. way xo şîrîn kird, barzanî kirdye amîrhêz le badînan. ta lêqewman nemdezanî çi deka. le neẍede be penahnideyî dîtmewe; heray bû degeł barzanî ke bo çî pûłî başim nadenê! kuřekey degeł ême le xizmet barzanîda hate taran ke goya çil małî xizmyan le turkyan û nanî şewyan nîye; barzanî bînêrête turkya. dû hezar dînarî daye û qerar bû hetîw biçê. degeł ḧeresêkî barzanî çûyne bazar. kuřî mela, çexmaxî dûsed timenî û tezbîḧî giranbayî û kirawatî sed timenî dekřî!

- kake ewe bo çîte? to nałêy xizmim le birsan demirin!

- ewane bo dyarîy dekiřim!

řêge nedra biçte sefer û pareş xura. mela ḧusên małî hate kerec. dway ḧukmî melayan zor zû bû be dostyan. nardyane ḧec. axrî xoy kird be pasdar û êsta le dołî çalûs meqeřî pasdaranî heye û dujminî berey małe barzanîye. bo ’eqił û kemałîş eger biłêm mêşkî gûy têdaye řenge diro nebê!