îdarey sirûş û çend lawî kurdî řîş tenk!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  731 views

řojêk «enwar» birdimye îdarey «sirûş» ke neşryatî dewłete. seyd îbrahîmî sitûde û çend lawêkî kurdî řîş tenk lewê bûn. basî mecelley kurdî kira, deng le dar û berdewe hat le min nehat. řastit dewê hemûyanim zor naxoş wîst. ke hatîne der, enwar gutî: bo hîç qiset nekird? gutim: bira! min karim be karî kesewe nîye. xom be tenyayî herçîyekim bo bikirê deykem. namewê kes degeł minda kar bika. ewaneşim ke dît, min lam waye her bo xo xoşewîst kirdin xo nîşan deden...

le îdare kewtime terceme kirdinî nûsrawekanî «şerî’etî». yekemyan çap kira nazanim le kwê. dûhemîş çap kira. sêhemî debû le sirûş çap kirê. çûmewe lay yekêk lew gencaney ke ew řoje zor be xwêntałim hate berçaw; be nawî «macd řoḧanî». dîtim «xerbize be řeng nîye!» ne her kesêk xizmet bew îslame bika û řîşî hêştibêtewe, tewaw xirap û minafqe. zor kuřêkî başim hate ber çaw; zorim xoş wîst. ewîş zor be dił deyewîst yarîdem bida. paş çapî sêhem û çwaremî şerî’etî, wîstim şerḧî melay cizîrî çap bikem. macîd zor mwafq bû. pêşnyarim be «zewreq» kird ke serperistî «sirûş» bû. gutim kitêbî ’îrfanîye û eger ’îrfantan bwê bom çap ken. «zewreq» leser tarîfê ke macîd le minî kirdibû; wa bizanim zorîşî mubaleẍe pêwe nabû. gutî başe; eger xot pesnidî dekey çapî dekeyn.

gutim: na! taqetî ewem nîye sibeynê melayekî serwîşk yexem bigrê: eme çîye? meyxane û pîrî muẍan û řeqis û yarî qedbarîk û bałaberz û terzî têdaye û hemûy ḧerame!

- deysa kurdî nazanîn û kê bot timaşa ka?

- ’erebîm heye bîbe nîşanî melayanî bide! ewsa eger qibûł kira çapî ken!

şerḧe ’erebîyekey «zifnigî»m bo hêna. lam waye nîşanî «beheştî» dirabû; gutbûy: em dîwane wek dîwanî ḧafiz deçê. îmam ḧafzî belawe pyawî çake. başe çapî biken! pyaw heq biłê, macîd zor le xomî pêwe mandûtir bû ta çap kira û arezûy çend sałem pêk hat.