ḧez dekeyn bernamey mezhebî binûsî!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  712 views

her ew řoje çûbû gutbûy debê hejar bikene karmendî řesmî. gutbûyan ’umrî zyade û nakirê. gutyan nabê kesêk le îdareyek dû me’aş wergirê. nûsîm bernamey řadyo nanûsim. çûbûn be «qutbizade»yan gutbû; îcazeyekî nûsîbû ke bo hejar qeydê naka. ta kurdêkî binecû be nawî «mîhrasa» - ke be cûlekeyî nawî «biduḧî» buwe - kira be mudîrî «birûn merzî». lêy pirsîm:

- lew bew lawe çîman bo denûsî?

- bo çî melay cizîrî û tarîxî erdełantan nawê?

- ḧez dekeyn bernamey mezhebî binûsî!

îtir çûme lay suleymanî û xom le bernamey mezhebî dûr xistewe û îsti’fam da.