şertî wefa

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  760 views

deryan ken! be qisetan nekirdidûyn. êsta lem şeře gewreyeda herçî seranî şořş û fermandey hêzekantanin le şaranî êran řaydebwêrin û kesyan le cebhe nîye. penca hezar gulle topman le dawênî çyay «zozek» teqand û sengerman be ’ereban becê hêşt, pêşmerge neçûn sengerekan dagîr ken. yarîdedantan cige le zyan bo êran hîç behre nada. şa degeł sedam aşt botewe û le emřo bew lawe leşkirî xoman dekêşînewe û êweş debê teslîmî be’is bin! eger řa ken û bêne êran penatan dedeyn. dena eger her şeř biken, lêtan dedeyn û yarîdey be’is dekeyn. ewa peyamî şahenşahim pê řageyandin. xotan fikirî lê bikenewe!

nesîrîy řoyşit. matîyek bałî be ser meclîseke kêşa. mela mistefa gutî: dełên çî? min - ke emanî tê nega - le kaẍezêk nûsîm: be biřway min pêşmerge nehêłn êranî çekekanyan bênnewe, êmey ke hewweł car be sêsed tifengewe şořşiman kirduwe, êsta be çil milyon fîşek û bew hemû top û gulle topewe, hêzêkî zor gewreyn. her karêkî wa bikeyn to le taran negirin û řêget hebê biçyewe, lewê ta twanîman berengarî be’is debîn. eger zanîman xo nagrîn, to îxtyarêk dedey be êran ke naçarim be hemû hêzî çekdarmewe bême kêwekan û naw cengełî êran. lêm řûne şa lewe detirsê û her bo ewe şeřî kurd, milî xoy negrê, dîsan naçar yarîdeman bida.

barzanî namekey minî xwêndewe û day be duktur meḧmûd û gutî: bîxwênewe û bîsûtêne!

kewtîne xemî ewe ke barzanî bitwanê le girtin řizgarî bibê. řoj be řojîş xeber dehat ke dway ewe pêşmerge zanîwyane êran destî lê berdawin û yarîdeyan naka, kewtûne şeř kirdinêk ke hergîz nedîtrawe. be goştî řût hicûm deken û ’ereban qiř deken! be barzanîman pêşnyar kird ke têlgiraf le mes’ûd û îdrîsewe bêt bew manaye: pêşmerge hîçî be qisey ême naken. ta barzanî xoy neyetewe, ne dest le şeř hełdegirin, ne waş deken leşkirî êranî bêtewe û seryan bê kiław bimênêtewe. têlgirafeke karî xoy kird: êranî gutyan barzanî zû bikatewe û pêşmege řazî ka ke dest le şeř berden. le nawxoda - her le taran - qerar dira her ke barzanî geyştewe dîwî ’êraq, dest le şeřî cebheyî berda û mil le şeřî çirîkî binêtewe. barzanî negîra û hatînewe wirmê. lewêwe serêkî małewem dayewe, wesyetî yekcarîm kird ke deçînewe kêwan û şeř dekeyn. espabî pêşmergeyî:

qiroşkey ça, derzî û dezû û wirde babetim têk na. çûme neẍede û degeł barzanî çûmewe ḧacî omeran.

le řastîda pêşmergey sade - ne fermande zilekan - ke dîtbûyan debê her biřwayan be xoyan bê, zor pałewananeyan kirdibû; deşyan kird. zor baş germ dahatbûn. bełam êstaş nemzanî çon bû ke barzanî le şeřî çirîkî kirdin peşîman kirayewe. pêm waye yekem pîrî û bêtaqet bûnekey bû, dûhemîş deydî ke hewałanî çend sałey zor fasîd bûn û ta ser degełî naken.

lepiř ferman derçû ke pêşmerge le hemû cebhekan tifeng danên û dest le şeř berden...