dîsan çûynewe ser sîfir
îtir serit neyeşênim, le sałî 1970řa, şořş be carêk bênawerok bibû. le sałî 1974da be’sî - ke zor pişt estûr bûn le yarîdedanî řûsan - řayangeyand: kerkûk, xaneqîn, sincar û nawçey şêxan ber xudmuxtarî nakewê. wata be zor şeřyan bo saz kirdînewe. şeř qewmayewe...
lêreda demewê wiçanêk bidem û basêkî giştîy xom bikem: ew çend sałe ke min xom dehatme şořş, çunke le şořş - be naşukirî nałêm - medrese û xwêndin nebû, demgut ba mindałekanim le xwêndin bêbeş nebin; wata řîskêkim dekird. mistefam geyîbuwe şeş û debû dîplom bistênê. zor zîrekêkî bilîmet bû; hemû sałe le medreseda yekem bû. zagrosim geybuwe dûhemî řahnimayî. ewîş her zor hełkewtû bû. xanîy çikołeş debwaye biçête çwaremî îbtîdayî. hîçgaş dewłet teşqełey tênehałandibûn. be’sî le sałî 1972da wêkewtin, nizîkey çil hezar kurdî «feylî» ke sedha sał bû le ’êraq dejyan, be tometî êranî bûn derkird. ke hat degeł êmeşî têk dayewe, bo ewe mixarîc leser barzanî zyad bika û awarey bibne dest û pagîr, her kes şibheyan lê dekird degeł şořşî barzanîye, be nîweşewêk le beẍda deryankirdin. ke lawaney hewweł karwan, małî min û sed małî tir bûn. pêş ewe be maweyek «mela ḧesenî barzanî» - ke xizmî nizîkî mela mistefa û jinêkî řûsî hebû - le beẍda cîranim bû; hatbuwe nawpirdan. gutim: mela ḧesen tikat lê dekem miḧemmedî îmamî û jinekey ba biçne xanûy minewe. wa dekem mindał û małekem bênme kêw. tomez mela ḧesen bo xoy bote pyawî be’sîyan û xoy pê firoştûn! jinekeşî casûsî sefaretî řûse! çûbû basî minî wird û dirişt bo îdarey emnî be’sî kirdibû. şewêk se’at dûy paş nîweşew pyawî emnî be’sî řijabûne małekem, kilîlî hemû jûrekan û derkeyan le «me’sûm» sandibû. bê ewe bihêłn jin û mindał cilkî xew bigořn yan cilkyan hełgirin, řepîçekyan dabûn. me’sûm her ewendey pê kirabû dînar û řub’êk (bîst û pênc timen) le ser telefîzyon dest bidatê. îtir swarî kamyonyan kirdibûn, birdibûyanne îdarey emin. lewê lêyan pirsîbûn: îmamî û jinekey kên ke debû bênewe małtan? lewêwe birdibûyanne derî beẍda. degeł çend małî tir ke bewanewe debûne sed, be seḧrada hênabûyanin û le hewlêrewe derçûbûn û le xwar hawînehewarî selaḧeddîn dayanbezandibûn. her kuřêkî temenî le dwazde sał û bałatre, le sefyan dabûn, tîrbaryan beranber danabûn ke î’damyan ken. efserêk lew demeda geybûye, neyhêştibû mindałekan î’dam ken; bełam berhełday çya û çołyan kirdibûn ke bo kwê deçin biçin! be pê, be naw şax û cengełda hatbûn. kabrayek dû mindałekemî swarî ker kirdibû. geybûne şeqławe. sermaye û řûtin; jine ladêyî cile konî xoyan dabû be jinan. pyawan le cilkî şiřî xoyan mindałyan le serma řizgar kirdibû. lewêwe çûbûne «hîran» û «nazenîn». be kamyon baryan kirdibûn bo «řanye» û le małî «mam qadrî baẍewan» şewêk mabûnewe. tozêk poşte kirabûnewe û řast bo kempî awaran le neẍedewe, le xêwetêkda cê kirabûnewe û be jyanî penahendeyîy aware jyabûn. min ke ew xeberanem zanî, nardim be dizîyewe mał û mindałekem hatne ḧacî omeran. pêm waye yekem car bû me’sûmim dît bo mał bigrî. zorim diłxoşî dayewe. xanî ke her dîtmî gutî: babe! zoryan swarî kamyon kirdîn be xořayî û hîç pûłîşyan lê nestandîn! xozgem be diłî mindał ka...