geřanewe bo beẍda be estembûłda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  951 views

gutim: cenab! dezanim şorewî û hemû dewłetêk deřwanête qazancî xoy. lêşim řûne êwe be’sî denasin. ke çend xwênřêj û dûr le hemû peyman û qanûnêkin. bełê ḧîzbî şyû’î le paş ew qetłu’amey be’sî lêyan kird, be emrî êwe çûnetewe berdestî be’is û êsta be gij êmeda dên ke eger neyene cebhewe û şeř hełgîrsêtewe, yarmetîy dewłetî be’sî dekeyn. xet û şwênêkî be’sî bo ew cebheyan kêşawe, aşkira herçî ḧiqûqî mîllî êmeye û herçî daway ḧîzbî komonîste demałêtewe. debê nokerî ałqe be gwêy be’is bîn. pazde sałe şeř û lêkdanmane; hezaran lawî kurd lem řêgeda xwênî řijawe; be hezaran mał sûtênrawe û wêran buwe. çon baweř bikem barzanî bê wergirtinî hêç ḧeqêk dest leser dest danê? çî cwabî gele lêqewmawekey bidatewe? aya şorewî desteber debê ke be’sîy xudmuxtarîman bê kem û zyad bidenê û peymanêkî dawyane pêkî bênin? kwa ew şerte şorewî deygirête esto? eger her mesłeḧetî şorewye û natankirê heqman bo biçespênin, manay waye ême paş dwazde sał geřaynewe ser xetî hewwełê û ewcar be’sîy tołey ew çend sałşiman lê dekenewe.

ẍefûrof gutî: min xom baweř nakem be’sîy peyman berne ser. baweř nakem cebhe betewawî negirne dest xoyan. tenanet baweřim nîye ke şyû’îyekanîş le dest be’is asûde bin. şorewî bişłê, natwanê ’ereban naçar bika peymanyan ke be kurd dawe pêkî bênin. bełam dełêm zor le syasetmedaranî şorewî deyanewê ’êraq hîç kêşe û serêşey têda nebê. eger barzanî emeş qibûł bika dyare zyanyetî; bełam mumkîne firsetêkî tir hełkewê.

gutim: başe hemû şitêkî pê dełêm, ewîş keyfî xoyetî.

şewêk mîwanî «pirofsor bekayîf» bûyn ke kurdêkî ermenistanîye û mamostaye le danişgay zimanekanî řojhełat. ber le şam, pirofsor «qenatî kurdîf» hat; ke hatbuwe mosko ferhengî řûsî - kurdî çap bika. dedrî dił le ḧałî perîşanî kurd dekira.

bekayîf gutî:

- kiçî «gîw mukiryan» be nawî «kurdistan» hatuwe ke leser zimanî kurdîy teḧqîq bika û bixiwênê. pêm xoş bû ke be minyan sipard.

- kiçim le kam zarawey kurdîda detewê teḧqîq bikey û duktura bistênî?

- le zimanî mamim: ḧusên ḧuznîda!

çunke nemzanbû ḧusên ḧuznî zimanêkî serbexoy hebuwe, xom le ders pêgutnî kêşayewe!

gutim: zor lewaney le řûsya derçûn û hatûnewe ’êraq, nawyan dukture û hîç nazanin!

bekayîf gutî: hemû gunahî em qenatî kurdîfeye!

kurdîf tûře bû:

- min bo çî?

- çend carim pê gutî yekî wek nesrîn fexrî, marf xeznedar û kawis qeftan behasanî û be nawî te’essubî kurdayetî karnameyan medeye? ewane deçnewe le kurdistan debne mamosta, mêşkî hezaran kuř û kiçî kurd têk deden! her gutit: axir kurdin; çon deryan neçwênim?!

qenatî kurdîf xerîk bû şam nexwa û biřwa. bezor damannaye û aştiman kirdewe; bełam gutman ḧeq be bekayîfe.

řojêk çûyne danişgay zimananî řojhełat; bezim bû: yek ’erebî, dû farsî, yek urdû, sê piştû, zimanî seyr seyr ders dexwênra. tûşî dukturêkî tacîk bûyn. nawekem lebîr nemawe, mamostay dersî kurdî û teḧqîqat le dewrî meseley kurd bû.

twanîman be hoy duktur «pulîvoy» bilîtî bałşoy tî’atir peyda keyn. «opray karmin» bû. le duktur pulîvoym pirsî: to legeł ew pulîvoyey pałewanî dastanî «pyawêkî beřastî» ke fiřokewanêk buwe û le paş laq peřîn dûbare botewe fiřokewan le şeřî ełmanan, xizmî?

gutî: na, her nawman wêk deçê.

ew dukture jinekey tetar bû. kuřêkî hebû le temenî pazde sał, deygut le medrese zor haruhaje; mamostayan şikayetî ewm lê deken û hemû carîş denûsin nekey diłî biřencênî.

- yanî çî?

- dełên řyazyatî zor behêze û lewaneye bibête zanayekî etomî!

emcareş nizîk mangêk le řûsya mamewe. řojêk ke dehatîn biřoyn fetḧîy girya.

- ewe çîye?

- le tewrêz lêk cwê bûynewe, paş çarde sał yektirman dîtewe. çûyewe ’êraq, paş çarde sał dîsan dîtmyewe; çarde sałî aynde najîm bitbînmewe...

řayspardim ke le beẍdawe «almincid» û «nihc albilaẍe»y bo binêrim; bom nard. bełam bîstimewe ke le înqîlabî îslamîda nardirabuwe tewrêz ke fîrqe zîndû katewe û neşrey azerbaycanîy binûsê. çûbû qizłicî le taran dîtbû; gutbûy hîçim bo nekirawe û kes amade nebuwe hawkarîm bika; deçme feřansa û lewêwe deçmewe mosko. selamî bo nardibûm; xoy nehat bîbînmewe. em beyne ke pêkewe bûyn boy gêřamewe ke mawey şeş mang degeł qizlicî le bulẍarya jyawe û zorî qisey qořî nêwan xoyan bo degêřamewe.

ḧeyfe emeşim lebîr biçê: řojêk le utêl «kontînnitał» - ke taze çûbûyn - jinêkî xizmetkarî utêl serî be jûrda kird. kemal gutî fermû şitêk bixowe! be dest îşarey kird ke bêdeng be! dwaye le derewe pêy gutbû kemtirîn qise biken mîkirofon le jûreketanda heye zebtî deka. ke çûyne utêlekey tir, ew jine degeł yekêkî tira hatbûne dîdenîman. basî xoy kird ke mêrdî muhendîsî karxane buwe; le cengey karda ber maşên kewtuwe û mirduwe. dû mindałî le paş becê mawe. ḧiqûqî mêrdekey û ḧeqî xoy - ke be řojê heşt se’at yan be şew, yan be řoj le utêl mandû debê - têrî xoy û mindałekanî naka û ḧałî zor naxoşe. duktur kemal basî fermayştî markis û lênînî bo deka ke xem mexo! susyalîstî debête komonîstî û hemû kesê ḧałî xoş debê. jin le dîn derçû; le daxan girya: min dełêm min û mindałim têr naxoyn, ew dełê be qisey markis ḧałit xoş debê!

rojêk degeł kemal le utêl derçûyn; řastî pêman wa bû tezahurate - ke le şorewî qet řû nada. kemal gutî ba řakeynewe utêl, gutim her deçim bizanim çîye. diřim be xełk da: qertałeyek pirteqałî çikołey şîn bû; ew xełke deyanewîst bîgenê û ser û yekêk bikiřn ke weber bîst yekyan nedekewt!