hîçim bo nemawe, dû cinêwîş nedem çibkem?!
şerefnamem bo kitêbxaney lînîn û zor le kitêbxanekanî tir nard, nusxeyekîşim pêşkeş be enistîtoy řojhełatnasî kird ke «ẍefûrof» naw be serî řadegeyşit.
wextî mîwanîyekeman tenya ḧefteyek bû. birdyanîne lînîngirad, dû şew maynewe.
řojêk mîwanî «kerîm eyyûbî» bûyn; her min û duktur kemal. kerîm zor gořabû; ser û simêłî boz bibû. bibuwe çakerewey dezgay deng hełseng; wazî le zimanşunasî hênabû.
şew telefonim le xanim «sîda řodînko» kird. adrêsî damê ke her debê biçim mîwanî bim. dîtmewe; pîr bibû; çawî bêḧukim bibû. dû kuřî lawî hebû ke le medresey mûsîqî bûn û karyan nedekird. mêrdî nemabû. zor małêkî feqîrî hebû. wa derkewt le řûsyaş kesanê ke le karî zor becê demênin lebîr deçnewe. daway mem û zînim lê kird ke xoy be çapî geyanduwe û be řûsîy manay lê dawetewe. swêndî xward ke her taqe nusxeyekî heye, gutim lêt nastênim.
le lînîngiradewe min û kemal çûyne yerîwan. ’erebekanîş çûne taşkend ke çawyan be melay uzbek û kitêbî ’erebî bikewê û le bako yektir bigrînewe. zor le kurdekan be pîrmanewe hatin. şew «casmî celîl» birdînye małe xoy ke şamman bidatê û şew bimanhênêtewe utêl. detwanim biłêm małî casim małî huner bû: urduxanî kuřî dukturay le edebyatda hebû; cemîley kiçî mosîqarêk bû bijarde; dû hezar ahengî zor řesenî kurdî xistibuwe ser elifbay not û çap kirabû. řadyo yerîwan bew małe karî degeřa. şew cemîle be pyano heway hełpeřkêy şêxanî lê da. casim û kiç û kuřî hestan biřeqsin, kemal gutî min nazanim, min hestam û tawêkî baş degełyan řeqsîm. min bawim le kemal xoştir bû ke kirmancîy ewanim dezanî.
beyanîy ew řoje çûyne akadêmîy ’ilûmî ermenistan. degeł «ḧacî cendî» şa’îr- ke zor pîr bibû- bibûyne nasyaw. kuře ciḧêłeyekî kurd serokî karubarî řêkxirawî komonîstî le akadîmî bû. zor be lamewe beqîmet bû ke gutî: sipardûme le mawey şeş sałda tarîxêkî zor pan û berîn û hemû layeney kurd û kurdistan saz bidrê. ew pyaweşim dîtewe ke basim kird le bokan efserêkî řûsî be nawî yaqûb û le beẍda baẍçewanî małî şa bû! zor keyfiman pêk hat. «’ereb şamîlof»m dît - nûserekey kitêbî «şwanî kurd» û «berbang» û «qełay dimdim» - zor pîr bibû. be xeyałim wext bû bixerfê... gelêk mîdałî gewrey şorewî be sîngewe bû. degeł cemîle ’eksiman girt, her weha degeł ’ereb şamîlof û casim û ḧacî cendî û zor kesî tir.
le akadêmî kemal be řûsî û min be kirmancî witarman da ke kirmancîyekey min kurdêk tercemey be hermenî dekird. paş nwêj birdyanîne seyrî asewarî kon. kabrayekî pîrî ’eynek le çaw xetî mîxî dexwêndewe, qet to farsî û kurdî wa be řewanî naxwênînewe! tercemey be turkî pê degutîn. carêkyan serokî akadêmî lewḧeyekî nîşan dam; gutî ewe fiłan şite. pîre lêy moř bowe:
- çuzanî? xo to nazanî xetî mîxî bixwênyewe!
- ustad be ermenî nûsrabû. dena min û xetî mîxîy to, hezar gezman nêwane!
kurdêk bangêştinî kirdîn bo gundêkî kurdinşîn le nizîk çyay «ararat». jin û pyawekanî cilkyan tewaw wek yezîdîyekanî çyay «şengal» bû. lewêş be dehoł û zuřna řeqsêkman kird. nanêkî êwareyan daynê.
çûyne nîşangeyek ke be yadî ew dwazde ’eşîrete ermenîyanewe çeqawe ke turkan qetłu’amyan kirdûn. nîşangeyekîş le nizîk çyay ararat hebû, nûsrabû: «be yadgarî birayetîy kurd û ermenî ke lêre be gij turkanda çûnewe û nîştimanî xoyan birayane parastuwe».
lawe kurdêkim taq kirdewe ke ḧez dekem bebê diro û dûřûyî wez’î kurd le ermenistan çone bom bas bikey. gutî: řast eweye mîlletî ermenî zor degeł kurd çakin. cige le ḧiqûqî qewmî, ewendey şorewî qerarî dawe, ermenî pitir legełman be çake debzûnewe. eger de kes le yek řadey xwêndewarî û be yek cor karnamewe daway karêkî dewłetî biken, yekyan lew deyane kurd bê, lêt řûn bê kurdeke qibûł deken, çunke ser be mîlletî kemîne û eqellyete. ḧurmetman zyad lewe degirin ke çawenořîn.
min qisem kird, gutim: seyre banêk û dû hewa hebê: kurd le gurcistan ḧeqî nîye le paş kilasî ḧewt - ke îcbarîye - biçête merdese û bigate xwêndinî bała. naçar ewî byewê bixiwênê, debê hełê bo mosko yan lînîngirad. kurdî azerbaycan zimanî xoyan lebîr birawetewe û hemû bûne turk! ke çî le ermenistan hem ders be kurdî heye, hem řadyo û řozname. cil û zimanî kurdîş azadî azade. min wa dezanim ewe necîbayetîy ermenîyane, ne qanûnî şorewî; dena çon debû beranber be kurd ferqî gurcistan û azerbaycan û ermenistan hebê; le ḧałêkda ke kurdî gurcistan dû ewendey kurdî ermenistanin! kemal gutî nawêrim ew qise terceme bikem, lawêkî kurd gutî: «to be kirmancîy biłê ta êsta tercemey kem!». ke tercemey kird kabray azerbaycanî hesta destî xiste destim, gutî: lêm řûne to řast dekey û ermenî zor le ême însanîtirin û keyfîşim bew ẍîretyet dê ke řûbeřûy min emet gut...
ha, beyanîy řojî duwem çûyne seyrî kitêbxaney gewrey «yerîwan». zor geřayn. xawen û serperistî kitêbxane gutî: herçend tebeqey jêrû bo mîwanan memnû’e bîbînin, bełam min detanbeme ewêş. be çend pilekanêkda çûyne jêrzemîn; hemûy kitêbî xetî bû. încîlêkî nîşan dayn gutî ewe kurdîye û heştised û penca sałî ’umre. dû kitêb lenaw şûşeda bûn, yekyan zor peř gewre, yekyan zor piçûk û xirpin. gutî ewane herdûk încîln le pêstî ask nûsrawin. pêşû bîstibûm ke awêsta le pêstî ask nûsrabû; bełam lam wa bû ke dîwî jûrî pêstekewe nûsrawe û be kułkewe hełgîrawe. gutim: detwanim destî lêdem?
- na, memnû’e.
- kuře destî lê nedem lêm debête meraq û xewm lê nakewê!
mudîr pyawêkî zor řûxoş û xwênşîrîn bû. çû kilîlêkî hêna û nûsrawî ser pêste askî derênan. destim lê da; çaktirîn kaẍezî turmey qedîm çon bû, awa saf; bełam bê birîqe û nerim. taze têgeyştim nûsîn le pêstî ask yanî çî. şerefnameyekî nîşan dayn be cwantirîn xet nûsrabû; dewrey zêřkifit û neqaşî kirabû. çil sał dway hewwełîn şerefname nûsrabowe ke deygut le qîmet naye. jimareyekî pê yaddaşt kirdim ke bew jimareye tarîxî cûłanewey şêx ’ubêdîlay nehrî le «kitêbxaney qudsî řezewî» le meşhed heye; ne mîkirofîlim, ne nusxeman dedenê. bełkû to le ’êraqewe peyday key. ke hem jimarem win kird, hem nazanim heye yan na?!