dînar baran

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  921 views

«şukur mistefa» û «miḧemmedî mela kerîm» bûne hawkarman. mam hêmnîş le koř beşdar bû; tuḧfey muzeferyey diraye ke bîxate ser xetî xomane.

qerar dira le mawey pênc sałda ferhengêkî kurdî be kurdî zor tewaw derxeyn; «duktur ewřeḧmanî mela marf» ke şeş sał le lînîngirad dersî ferheng sazkirdin fêr bibû be serî řabga. «mela ’ebdułła ḧeyyakî» pêy sipêra ferhengî merdox bikate fîş.

lew maweye ke le beẍda bûm duktur qasmilû, mela ’ebdułła ḧeyyakî û ḧesen řestigar û mela řesûł pêşnimazî û mam hêmnim zor dedî û hatuçoman zor bû. zor car qasmilû dehate mał «me’keronî» bo lê denayn; zor destawî xoş bû. qasmilû maweyek mamostay danişga bû. paş seferî urûpay, carêkî tir ke hatewe, le wezaretî «tixtîtArabic» (terḧiřîzî) damezrabû; mangî sêsed dînarî werdegirt û deykirde mixarcî hewałanî ḧîzbî xoy.

wê kewtîn bîst û şeş ferhengî kurdî be zimananî ẍeyre kurdiman peyda kird. kewtîne fîş sazdan. gutyan mela xelîl suleyman le «şêxan»y pişt mûsił, ferhengêkî badînî nûsîwe û leser yezîdîyekanîş be ’erebî kitêbî heye. xeberman bo narduwe, qibûłî nekirduwe hawkarîman degeł bika. min ew karem westo girt. le řêgey hewlêrewe çûme mûsił. şew bû; řannide ḧazir nebûn bimbene şêxan; ke şewane řût dekiran. gutim bira min kes řûtim naka. diłim danewe û degeł dû polîs birdyanme şêxan. bûme mîwanî fermandar ke nawî «ḧacî řesûł» û xełkî suleymanî bû. nardim le dûy mela xelîl. demêk bû demnasî; şa’îrêkî zor pîr û zor feqîr. şew zor xoşman řabward û sibey mela xelîl birdimyewe małe xoy. le řê basim kird ke ferhengeket zîrakis dekeyn; le ferhengî gewerda supast dekeyn ke le to behreman wergirtuwe. kitêbe ’erebîyekey ser yezîdîyanîşt lewaneye be nawî to çap bikeyn; hîç nebê nafewtê û to ke çend car małit sûtênrawe û kitêbit fewtawin, ewanet bo demênin. baş waye bimdeyey byanbem. pûłêkîşt dedemê.

gutî: detwanî sî dînarim bideyey?!

[ey mamostay bêçare! pûłî dewłet nedrê be to, be kê bidrê?]

- dûsed dînarit neẍd dedemê; kitêbekanîşt her mułkî xot bê.

- hejar ke wa bê detwanim xanûyêk dirûs kem!...