le hêmin bigêřmewe

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  872 views

şewêk leser cê řakşabûm. mam hêmin û çend pêşmerge le serban nustibûn. dîtim giře’agirêk berz bowe û kujayewe. pirsîm: çîye? gutyan hîç nebuwe. beyanîy zanîm hêmin ciẍarey be destewe xewî lê kewtuwe û lêfe agirî girtuwe û mam ’elî kujandûyetewe!

pêwîste emeş le hêmin bigêřmewe:

katê hewweł car geynewe yek, şewane ḧebêkî xewî dexward ke demêke eger şewane neyxiwa xewî lê nakewê. duktur gutî be ḧebî xewhên lawaztir debê. biřyarman da ḧebêkî vîtamînî be řengî ḧebe walyomekey bideynê. sałêk vîtamînim daye û gutim ḧebî xewe! zor baş xewî lê dekewt û pesnidî bû. sałewdiwa gutim: kake to sałêke terkî ḧebî xewt kirduwe! xwa şukur lêy xelas bûy. çûbû xoy le duktur tûře kirdibû ke to û hejar fêłtan lê kirdûm; geřayewe ser walyomekey xoy!

hêmin wîstî biçête beẍda lay qasmilû û hewałanî. barzanîy gutî: azade bo kwê biçê; bełam detirsim dûr le êwe xoşî lê řanebrê. her wext bêtewe ême ḧazrîn bo xizmetî. pareyekî bo nard û hêmin becêy hêştîn. eweş şyawî base: carêk ke min le bêxołanewe çûbûmewe beẍda, hêmin le cêy min be ser binke řadegeyşit. řojêk kargerekan bibuwe şeřyan. sefer gunî mela seyîd řeḧmanî badabû diłî bûrabowe. şikayet geybuwe mektebî syasî, nardibûyan hêmin çûbû.

- dey mamosta! xetay kê buwe?

- kake ta tabloy çapxane la neben û lêy nenûsin «xesasxane» min qise nakem! lew be quřê gîrawe, pyaw, pyaw dexesênê!