seferî «mawet» bo bînînî barzanî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1120 views

beharî 1969 mela mistefa çûbuwe geřan le lay deştî şilêr û silêmanî û le «mawet» maweyek demayewe. wîstim seferêkî beẍda bikem. debwaye derbarey karî çapxaneşewe barzanî bibînim. be řêgey hewlêrda hatme kerkûk. çûme garajêk gutim: tirombêl bo şedełe heye? kabray garajdar timaşayekî dewruberî xoy kird, gutî: danîşe û deng meke! ke xełkî le dewre nema, gutî: kake to qisêk dekey basî sere! leweta mela mistefa hatote ew nawe, her kes berew ewê biřwa dewłet behaneyekî pê degrê û deygirê. to bo deçî?

- řastîyekey deçim çawim be barzanî bikewê.

nardî kebabyan bo hênanim. řannidyekî bang kird û sirteyekî degeł kird. gutî degeł em řannide biřo. hatîne kin «çemçemał». caşekanî celal û biraym eḧmed le «bekireco»řa hênabûyanne çemçemał û le utêlêk damezrabûn ke le ser çeqî řêga bû. neşmiwêra be řannide biłêm lêre lamede ew caşane demnasin. bo xoy zor be pele le şir derkewt. gutim: ḧezim kird lat neda. gutî: emîn garajdar têy geyandim ke nabê caş bitbînin. geyne ser çwarřêy «tenyał». řemezanîş bû. be kabray tenyałî sipardim û řoyşit. çayçî nan û çay damê. zîlêkî piř le serbaz hat. destî lê hełênan, gutî: em xizmey min ta beranberî sûrdaş berin! le řêge têrman qisey xoş kird. le beranber sûrdaş dabezîm û be pê milî řêm girt. dû kesî be tifengeweş geyştine min, gutyan pêşmergeyn. dway tozêk gutim: bira min şaristanî û tenbełim, êwe biřon, min wirde wirde dêm. gutyan: nexêr be pêy to deřoyn û be cêt nahêłîn. wanêtbarêk be řêda hat, piř le jin û mindał û mirîşk û qelemûne. řaygirt:

- werin swar bin.

le pişt wanêt swar bûyn. nwêjî şêwan geyîne gundî «omerqom». saḧîb kamyon gutî: małim lêreye û berbange; mîwanim bin!

- pûłeket çende?

- be xwa hîçim lêtan nawê. be xořayî swarim kirdûn.

- de kake bimangeyne «şedełe» nîw dînar wergire!

birdînye ber qawexane. le batî nîw dînar sê řub’e dînarim daye. çûyne qawexane. sofîyek hat gutî: fermûn bo tekye! şêx ’ebduřřeḧman bexêrî hênayn. pyawêkî zor ’aqił, zor řûxoş, zor kurdiperest. lew wetaẍey êmey lê bûyn, be setan kitêbî tefsîr û ḧedîsî le ser taqe bû ke leber dûkeł zerd û řeş hełgeřabûn û dyar bû zor le mêje nexwêndirawnewe.