suleyman mu’înî (fayq) û hewałanî
le paş řoyştinî eḧmed tewfîq bo sinûrî turkye, «suleyman mu’înî» xoy kirde cênşînî le ḧîzbî dêmukiratî kurdistanî êranda. řenge ewaney zorî degeł jyawin çatrî binasin; bełam hîç we ber diłî min nedekewt. deyangut dawên pîse, deyangut ferqî gîrfanî xoy û hewałanî le bere, deyangut tirsenoke û ... ke min her dembîst û xom wek pêwîste nemdenasî. her hênde bû merḧeba û çak û xoşîman pêkewe hebû. çunke min karim be ser karî êranîyekanewe nebû; bełam wek dost û birader xoşim dewîstin. dembîstewe ke mu’înî û hewałanî pêşmergey deçnewe êran û çalakîy denwênin. mu’înî birayekî le xoy biçûktirî hebû be nawî «’ebdułła», kuřî pesind û řind ew bû; beřastî zor pyawêkî beqîmet bû. ke bedaxewe le nêw gewrkan degeł «mîneşem»- ke ewîş małim heqe pałewanêk bû- şehîd kiran.
binkey mu’înî û pêşmergey hewałî le «sunê» bû; paşan hatbûne dołeřeqe. yek lewaney hewałî mu’înî û şerîfzade bû, kuřêkî ḧiqûqî be nawî «ḧemedemîn sîracî» bû ke zor komonîstêkî tûdeyîy dû’ateşe bû. pyawêkî zor zîrek û qisezan û lebleban û zimanlûs bû. bedaxewe herçendî kirdim nemtiwanî be dił xoşim bwêt; nazanim boçî?...
dyare min eḧmeq bûm û dway hestî eḧmeqaney xom kewtibûm; dena herçî demdî tarîfî dekird. yan pêm waye boye namoyîm lê dekird ke min lew komonîste tekîbûmewe ke ew biřway pê bû.
«mela aware» nawêkim lew biraderane dît, zorim keyf girtî. bîrî yekcar tîj bû; zorbey şî’rî min û yekcar zorî şî’rî kurdî leber bû. ke qisey dekird diłsozî bo kurd û kurdistan le qisekanî debarî û zoryan kar le diłî gwêgir degirt.
řojêk le «derbend» legeł mam ’elî ’ecem bûm. nameyekim bo hat, suleyman mu’înî nûsîbûy: «ême hewałanî êranî- ke çend řojêke le zînwê û xelan řaydebwêrîn- be’am biřyarman dawe to bikeyne ře’îsî xoman û be mû le qiset la nedeyn. toş debê qibûł bikey û debê çawman pêt bikewê». xeberim nard hate derbend. be mam ’elîm gut nîweřojeyan bo amade kat. degeł suleyman be qedem lêdan řoyştîn, her min û ew. nawerokî namekey dûpate kirdewe û be çend swêndêkî zor zil qaymî kird. gutim: eger min qibûł bikem ře’îstan bim, nabê her le êstawe qet dirom degeł biken. debê hemû şitêktan bizanim. gutî qibûłme.
- kak fayq to lew seferaney ke bo kurdistanî êranit kirduwe, teqetan le dêy «şêlim cařan» kirduwe û mindałêktan kuştuwe? ḧacîyekit girtuwe, ta çwar hezar timenit lê nestanduwe berit nedawe û darkarît kirduwe? gîşey werzêranit sûtanduwe çunke pûłyan nedawyey? řadyot le pişt berd şardotewe û antêleket biłind kirduwe, wat nîşan dawe ke be bêsîm qise degeł barzanî dekey û gutûte: qurban? ḧacî fiłan her pênc hezar timen deda. lêy wergirîn? bełê başe. xwa řawestawit ka! destit maç deka?! ew karanet kirduwe ya na? nabê dirom degeł bikey...
gutî: bełê hemûm kirdûn; bełam lewe bewlawe le qisey to dernaçîn.
- kak fayq ba qiseket terceme kem: to defermûy min boşkeyekî piř le pîsayîm; bonî derçuwe. hejar were bitkeme serpoşêkî bê kelên, ew bogene dapoşe! biram ne çawim le gewreyî û serokîye, ne ew karaneşim bedłe. ême le batî diłsozî bo mîlletekeman bibîne çete û řêgir û bacestên le seryan, pêm karêkî be namûsane nîye. xot çonit řabwarduwe ḧîsab bo min meke! karim be karî kurdistanî êran nedawe.
îtir xeberim lew birayane biřa; nemdezanî çi deken. carubarêk ke tûşî yek yan dwanyan debûm ḧałêkim depirsî û cwabêkim werdegirtewe ke nemdezanî ta kwê geyun.
řojêk le gełałe bûm. pîrêjnêk hate lam girya, gutî kuřekem (seyîd...?) gîrawe leser ewe dełên êranîye. tikam bo kird beryan da. seyîd çûbû çend kesêkî řegeł xoy xistibû, gutbûy mam hejar dełê biçne êran çeteyî le ’eceman biken! çend teqeyekyan kirdibû; polîsêkyan kuştibû; hełatbûnewe naw çyay qendîl; ke be hîç cor agaşim lê nebû.
řojêk -ke małe mela mistefa le «qesrê» bû- gutyan barzanî bangit deka. gutî: no pêşmergey êranî- ke sałḧ lacanî û hewałanî ewn- lay ême gîrawin. ewane le êran zoryan ’ezyetî dewłet dawe. êsta êranî sûrin le ser ewe ke bîndeynewe. to dełêy çî?
gutim: qurban! ḧîkayetyan dezanim. ewane le lay qeładzewe hatûne emdîw. îdrîs kuřî to qewlî pêdawin ke nayangirê û deyannêrête cebheyekî dûr le sinûrî êran. min řeway nabînim bidrênewe be êran. eger her bo mesłeḧetî řoje, min amadem- ke zorîş minyan le la girînge- le beranber topêkda ke bîden be to, xomyan teslîm kem! bełam hergîz ew fitwaye nadem. xoşt karî xot dezanî...
gutî: ême lew lêqewmawyeda hemû laman lê biřawe, řêgey êran nebê çon detwanîn ewaneyan nedeynewe? çon biraym û celal be sermanda zał nabin?
- min fitwa nadem; hîçkareş nîm. xot dezanî...
pîre pyawêk be nawî «ḧesen ḧewtewane», lacanî- zor sał bû pêşmerge bû- de êwarêda hate lam ke ’umerî kuřî tazelawêke û degeł ew no kese gîrawaneye. zorim bezeyî pêda hat. çûme tikay ew kuře. şew beryan dabû; gutbûyan hełatuwe. ’umer- ke le mirdin řizgarim kirdibû- zor car dehate lam û derdî diłî xoy dekird. carêk degeł fayq mu’înî çûnete ser řêgay nêwan serdeşt û xanê. gutî: karwanêkî kamyonî serbazan- ke çarde kamyonî barkiraw bû; her yekey sê yan çwar pasewanî le ser bû- be berdemmanda hatin. ême le naw daristanêkî çuẍurda dewruberî řêgeman girtibû. demantiwanî be tenya desřêjêk byankujîn û karwan řût keyn. kak fayq- ke serkirdeman bû- fermanî agir kirdinî neda:
- kak fayq lewe çatir qet hełnakewê!
- nexêr řazî nîym teqe biken, xetere!
ca tuxwa eger kak eḧmed bwaye, de ser ew paruwe çewr û nerme deçû? çonit dewê ta xeter nebê? becêm hêştuwe û hatûmewe...
kuřêkî tirî em mam ḧesene (biraym), le pişt şêlim cařanî lacan kujra. ew ’umereş le şeřî «dołî xidrawê» dêmukiratî êran- ke degeł dewłetî xumeynî kira- be teyare kujra.
řojêk êware eḧmedî baram mîrzam dî ke le deste û dayrey cema’etî mu’înî bû. gutî qeraryan dawe biçnewe êran û şořş hełgîrsênin; bełam min řamkirduwe û degełyan naçim. gutî mam ’elî ’ecem le binkey becê mawe û hêşta neçuwe. xeberim bo mam ’elî nard ke eger naçê bo êran ba bête lay min. hate lam û ta axrî şořş lêk hełnebřayn û binkem teslîmî ew dekird; wek guł pê řadegeyşit.
bîstimewe ke dway ewey le barzanî û şořşekey nahumêd bûn, wîstûyane bo xoyan le êran karêk biken. ḧemedemînî sîracî le hemuwan diłgerimtir buwe ke debê her biçîn. şewêk le dołeřeqe řoyştûn û ḧemedemîn ta ser sinûr degełyan buwe, gutûye bira wa başe min biçim degeł dewłetî ’êraq qise bikem û çek û espabtan bo werbigrim. xoy lê dizîbûnewe û xoy geyandote beẍdaye û matey hełgirtuwe. pêşmerge êranîyekan kewtûne çyawe û tûşî şeř û be kuşt çûn hatûn û sîracî hîç xeberî nebuwe û bêseruşwêne. ca êstaş ta basî şehîd bûnî simaylî şerîfzade û mela aware debîsim, gurcê çiřuçawî piř le fêł û ferecî sîracîm dête ber çaw. lam waye hoy be kuşt çûnyan ew kabra zîrek û bêbareye, ke ewanî hełnawe û xoy lê dizîwnewe. min biřwam waye; řenge waş nebê. ewa xwa deyzanê... lem beynaneda ke ew biradere êranîyane le dijî êran xebat deken û le şořşî barzanî tekîwnewe û pêşmergey şořşî ’êraq be kartêkderyan dezanin, jin û kuřî fayq mu’înî le sengesere û le małî ḧeso mîrxanî jajełeyye. fayq çote silêmanî; çawî be fermandey erteşî pêncem kewtuwe, qewlî çek û yarmetî lê sanduwe. çote bekireco lay celal tałebanî ke çekdarî dewłetin û dijî barzanîn. hatotewe şarî silêmanî, mîwanî şêx letîf buwe. nameyekî bo ḧeso mîrxan nûsîwe ke: êwe jin û kuřî mintan dagîr kirduwe; karêkî zor namerdaneye. eger netangirtûn; byannêrne sîtek; bo małî şêx letîf. wîstûye le sinûrî banewe biřwate dîwî êran; le ser çwarřêyanî sîtek-çwarta, cîpekeyan řagirtuwe ke fayqî têdaye. «sidîq efendî» nawêkî le konewe pêşmerge û xełkî silêmanî, ke hemûmanî baş denasî daydebezênê:
- kak fayq karim be toye.
fayq be lîbasî feqêyyewe, bê çek dełê min fayq nîym û nawim mela qadre.
- her çîyek bê řegełim kewe!
řojêk ke bo karî çapxane- ke ewdem le sûreban bûyn- çûme małî barzanî, gutî:
- eger bitewê detwanî fayq mu’înî bibînî û qisey degeł bikey. ba herçî deyzanê derbarey qayd fîrqey pênc û celal û caşekanî bekireco, pêman biłê; dena ewe êranî daway dekenewe û le xeterdaye.
çûme «wesan» fayqim dît ke degeł pêşmergeyek be nawî «xelîl şewbaş» le małêkî çołda ḧebis kirabû. dû çekdarî barzanî le derk û serban bûn. pêkewe danîştîn, kak fayq neqłî gîranî xoy û şewbaşî bo gêřamewe. ke gutim eger hawkarî degeł şořşî barzanî nekey, zor le çarenûst detirsim, gutî: ewane yarîdeman naden. tenanet birîndarîşman bo derman naken. ḧazir nîym hîç hawkarîyek bikem...
gutim: kakî xom! dełên teyrî goştixor dindûkî xware. to pyawî ew karane nebûy! be zor be mile xotda hêna û neştizanî çi dekey. eger min bûmaye le cyatî to, ke demzanî dujminayetîy barzanî dekem û be wiłatî berdestî ewda dêm û deçim, her be şew bebê řê, be naw daristanda seferim dekird. hemîşe çil tifengiçîyekim degeł debû; le ser hest û dest le ser pelepîtke. tûşî her řêbwarêk debûm, nemdehêşt biřwa û xeberim lê bida, dembestewe ta zor dûr dekewtimewe. bo çend kîlomîtir le pêşewe řêgeyan bo taqî dekirdimewe û hemîşe desteyek le dwawe deyanparastim. le kwê deng dirabam demkirde teqe û xom řizgar dekird. lêm řûne eḧmed tewfîq le cyatî to emey bikirdaye, zor be hasanî pêkî dêna û degîr nedekewt. to dezanî «ḧeso» şîrî kerîşî xwardibê, têdega ke to dawa dekey jin û kuřit biçne «sîtek», manay waye xot lew nawey û detewê byanbînî. cwabit bo denûsêtewe ke jinî to xuşkî mine û kuřî tom le kuřî xom hełnawarduwe; ewa bom nardye sîtek. sidîq efendît le ser řêge dadenê ke başt denasê û detgirê. tenanet demançeyekîşt pê nîye dîfa’ le xot bikey. çon kesêk be aşkira dijî barzanî bicûłêtewe û hemû kesîş bînasin, deçê sway cîpî misafirberî debê û be nêweřastî cadeda sefer deka û deyewê biçê be çek û espabî dujminanî barzanî le êran kar bika û be ’eqîdey barzanî zyan le şořşekey ew bida?! zor bedaxewe pyawî ew kare nebûy. xozya eḧmed tewfîq ba. zorîş bo ayndet diłtengim; bełam destim nařwa. ewendey bitwanim ḧewlî xom dedem ke le kuştin řizgar bî.
ewe dwamîn dîdarim bû degeł mu’înî. be mela mistefa gut: řaste le naçarî xoy çote bekireco û lay qayd fîrqe, bełam şitêkî wa le hîçyan nazanê ke ême nemanzanîbê. ew daway yarmetî kirduwe, qewlyan dawetê û hêştan hîçî wernegirtuwe. řaste karekey dijî karî toye ke degeł êran dostî; bełam be biřway min be hîç cor nabê ew dû kese ne bikujî, ne byandeyewe be êran. le cêgeyekî dûrdest, le sinûr ḧebsyan ke! biłê natandemewe; bełam girtûmin û nayełim dijî êran bicûłênewe. byanke be peřî berindey qumar. her wext êranî kewtine biř û behane dozînewe, defermûy min fayq û eḧmed tewfîqim pê bexêw nakirê; berhełdayan dekem û azadin çi deken biken. êranî zor memnûnit debin ke ewaneyan de gijřa nekey û nebne mayey derdîseryan. ke le ḧebsî toşda bin, hemû řoj eger be pêwîstit zanî detwanî fermanî kuştinyan bidey. bełam be hîç corêk diłim fitwa nada ke teslîmî êran bikirênewe. çunke le dijî to teblîẍatî pê deken; wek çend car kirdûyane...