hatnî serokcimhûr bo çawpêkewtinî mela mistefa
biraym ke le taranewe nehate şořş, le zemanî ’ebduřeḧman ’arifda be teyare çûbuwe beẍda. gutyan řojêk çûbuwe lay ře’îscimhûr, jimareyek xebatî êmey bo birdibû; şî’rêkim ke le ser biraym nûsîbû; nîşanî dabû; boy terceme kirdibû; gutbûy: awa ewan abřûman deben. to řojnameyekman nadeyey cwabyan bideynewe.
řojnamey «nûr» û mecelley «řizgarî» wergirtibû, ke min be řojnamekem degut «newer» (qereçî) û be mecelleke: «řizgarî le namûs»!
le řojname û mecellekeyanda hicûmî here gewreyan bo ser min bû; ke şa’îrî derbarî barzanîye û her qesîdeyek penca dînar werdegrê! xizmetkarî tirîstat û komperadorane! baweř ke êstaş nazanim tirîstat û komperador be çî dełên! her xudî ew biraym û celal tałebanîye çen car gutûyane casûse; paşan peşîman bûnewe û pêyan hełgutûm.
carêk le beẍda- ke situdyom le «e’zemye» bû- be ḧał nanî xom derdêna; nazanim çon celalim lê tûře bibû, gutbûy: eger casûs nîye be çî dejî?! keçî hir celal meqalêkî be ’arebî de xebatda leser nûsîbûm ke hejar gewretrîn şa’îrî mîllî em çerxeye cêgey fexrî kurd û kurdistane. ke leser ew medḧe be gijîda hatim; gutim: kurdêk goranî şa’îr bê, nabê basî êmemanan bikirê...
hatuço û giftugo le paş beyanêkî bezaz ke le řojî 1966/6/29da biław kirayewe, destî pêkirdewe. le beẍdawe dehatin, lekin şořşewe deçûn. ta geyşte ewe ke serokcimhûr (’ebduřeḧman ’arf) bo xoy hat ke çawî be barzanî bikewê. bełam le řûy řewandiz, le deştayîyekî damênî çya dabezî; ke qerarî pêşû wa nebû. ew şwêneş deytiwanî tełeyekî zor xeter bê bo girtin û kuştinî mela mistefa. betaybetî ke leşkirêkî zorî be nawî gardî pasewan degeł xoy hênabû. hemû dost û xoşewîstêkî barzanî neyandewîst barzanî lew şwêneda biçê ’arf bibînê û aşkira ḧîkayetî de daw kewtinî simaylaẍay simko û hemzaẍay menguř dehatewe ber çaw. barzanî bo xoşî hestî dekird ke gořînî cêgey çaw be yektir kewtineke fêłêkî aşkiraye û her le paşgezbûnewey serokcimhûr- ke şwên gořkêy kirdibû- zor qełs bû; bełam pyawe dewłemend û kar bedeste gewrekanî kurdî beẍdayî- ke hênanî serokcimhûwir û şeř wêstanyan be mesłeḧetî xoyan dezanî- sûr bibûn ke barzanî ew hele le dest xoy neda û biçête ew deşte řûwte û bikewête ber xeterewe. ta way lê hat barzanî řiqî hesta û gutî nabê her çekdarîşim degeł bên û be tenya be swarî cîpêk deçim. řojêkî zor tał bû bo dostanî diłsozî barzanî û çarîş nedekira. «ḧusênî ḧemedaẍa» be dizîyewe qołeyek çekdarî bird, le xwar xêwetekanî serokcimhûr û hewałanî, girdêkî daristanî girt û beranber be gardî ḧeres wêsta û çawenoř bû ke herga destyan bizwat, têyan bisrewênê. çekdaranî barzanîş be dizîy barzanîyewe xoyan xizande naw piniçkî lay çyay zozkewe û dewrî xêwetanyan da. zor kes le pyawanî nizîkî barzanî, zor lew řoje nîgeran bûn. yek lew xełke min; diłim zor tundî lê deda...