«tûy wişke û toşey sułtane»!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  804 views

mela mistefa hate mektebî syasî le gełî bedran. le řeşmałêkda bû; çûme lay. tawêk mabûm, çay nebû. gutim: dełên cafir sułtanî hewramî leşkirî le êran kirdibû; kabrayekî henbane be koł le dway leşkir deřoyşit. le cwabî pirsyarda ke çit pêye? gutî: «tûy wişke û toşey sułtane!»; to be naşukirî nałêm çayîşt nîye! sibey êware çûm bîbînim, le şêwełeyekda degeł hebasaẍa bû. be hebasaẍay gut: dezanim le şořş mandû bûy û bê pirsî min degeł êran û ’êraq wituwêj bo mesłeḧetî xot dekey! min mistefam; bimnase! be gulle datdebêjim! ew hebasaẍa fîletene lingî delerzî...

xeberî serkewtinî dujminyan daye ke hatuwe be dîwî bałekayetîda. qerarî dabû zor le aẍayanî wiłat le gełî bedran bibînê. ’esir bû; gutî deçim û dêmewe. be swarî êstir řoyşit. xoy çûbuwe cebhe. ḧefta kesî be serkirdayetîy «faxrî ḧemedaẍa» amadey hicûm kirdibû; ke her debê ewî lêyan gîrawe bîsênnewe. şeř hełgîrsabû. hewweł topman- ke sitwan xidir nawêkî le ser bû- sengerêkî dujminî le řîzî pêşewe pêkabû; ewsa hicûm kirabû. bêsîmî dewłetman le řadyo debîst ke çon şikanêk şikawin.