řojnamey «xebat» û mecelley «exbarî kurdistan»

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1127 views

katê le şeřman le sałî 1965da řoj be řoj tunditir û xestitir debû, mela mistefaş degeł êran řêk kewtibû, taran ḧukmî lew ẍeyre nîzamîyaney xoy kird ke debê biçnewe û le şořişda beşdar bin. waşyan kird ke barzanî ’efûyan bika. hatnewe; biraym eḧmed le taran mayewe. mamostakan hêndêkyan çûne gundî «wełzê» û beşêkyan- ke celal tałebanî degełyan bû- le «dołeřeqe» lay hebasaẍa manewe. pêşmerge çekdarekanîşyan, beşî here zoryan hatnewe naw leşkir û le şeřanda beşdar bûn. kak ’ebdulxalq- ke de pêşda muhendîsî řadyokey mawet bû- degełyan çûbuwe hemedan. le geřaneweda hate řadyoy şořş û pêkewe bûyne aşna.

degeł kak samî řojnamey «xebat» û «exbarî kurdistan»man wek mecelleyekî heftane denûsî. şew ta řoj leber çira zenbûrî karman dekird. be řoj debû xo leber teyare weşêrîn. ke le beẍdawe hatbûm, çawim zor be ḧukim bû; le ciḧêłî bîst sałe çaktirim dedît. çawim le şořş zor kiz bibû. duktur pêy gutim hemûy xetay çira zenbûrîye! ke le nizîk çawtewe buwe û leberit nûsîwe. ḧukmî çawim nîwawnîw hatbuwe xwar û bê ’eynek çim bo nedekira.

lem beyneda ke le «lêwje» bûyn, şewêk baran debarî; paş nîweşewêkî direng, çwar pêşmergey badînanî xoyan kird be jûrda ke ême be fermanî derwêş begî serokman pyawêkman girtuwe; le řêge hatûn lêyan sitandûynewe. emrî kuştinman pê nebuwe. êwe dełên çî? kak samî gutî: ême řojname denûsîn; karman be ser ew karanewe nîye. gutim: bira hîç mewestin! biřon ewane bikujin ke hatûne ser řêtan. ẍaryan da. samî gutî: ḧeqit çîye fitway wa dedey? gutim: kake ewane dyare zor xwêřîn. eger hîç ẍîretyan heba ḧebsîyan lê nedestandinewe. wîstyan biłên le çapxane gutûyane: nabê şeř biken! deyanewîst pîne be ser tirsenokî xoyanda bigirin. bełê her wa bû. neçûne şeř û çûbûnewe binkey xoyan.

jinêk çend qutû merekebî çapî bo hênayn.

seyre emet le kwê buwe?

derkewt «awřeḧmanî mela meḧmûd»- ke ber le min serperistî çapxane bû- dizîwye û kes nebuwe lêy bikřê; dawye bew jine boman bigeřênêtewe.

gundî lêwjem carêkî tirîş dîbû; ewîş le sere beharî 1965da degeł kak nafîz ke basim kirduwe. le «qesrê»we be řojêkî baran hatîn. le çomî «wesan» sêław hatbû; bwar nebû. min be swarî êstir lêm da. aw ta nizîk sîngim hat û çî wa nemabû êstir bixinkê, geřamewe. naçar dûr kewtînewe û le pirdî «bergirke» peřînewe. êware bû; min pêş kewtibûm. êstirekem le nizîk pole sipîndarêk, laqî çeqand; nařom! be şûłî teř kewtime gyanî, bêfayde bû. ke řwanîm jinêkî qełew wek dêłedêw, řûte û xoy deşwa. bangim kird:

- daykim! min û êstireket toqand!

řaykirde pişt daran û êstir be fişqefişq řoyşit!

nabełed bûyn, şewman be serda hat û kewtîne naw piniçk û darî dem çem. nafîz her heray dekird: «kengê degeyne lêw gû?!» çirayekman bedî kird. minałêkman degeł hat û birdînye naw gund. bûyne mîwanî şêx řezay gułanî. ew řoje le cengey baran û teřîda, le hewrazî wesan, tûşî lawêk hatîn, barîk û řeng zerd; buxçeyekî pê bû; bom hełgirt. gutî xeyatim le kerkûk û deçmewe. tûşî piřayîy cengełêk hatîn; laweke gutî: lew ser ke hatim, şew lêre îstiraḧetim nebû.

- ha, dyare le dê bûy û kêç hebuwe û to şaristanî û naskî!

- nexêr, dêy çî? lêre lew lêreware baranim lê debarî; řêgem nedezanî; çûme ser ew dare zelame newek tûşî wirç bim. zor teř debûm; car care dehatme xwar. xom řadejand awim lê bitkê û deçûmewe naw lik û popî dar. ta sibeyne wiłat řûnak bû, řoyştim.