şeřî deştî hewlêr û çîrokî biraym efendî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  921 views

sêber şoř bibûn, teqe qewma, ẍarman da serban. le deştî xwar hewlêrewe şeřêk bû kes şitî way nedîwe: teyare be bomba û tîrbar, top û tank û ’esker, teqe û girme û qirmeye. dûkeł deştî girtuwe. teyareyek pêkira û le nizîk małan kewt û giřî lê berz bowe. hemû xełkî hewlêr, jin û pyaw le serbananewe seyryan dekird û dengî «aferîm pêşmerge» le hemû layekewe biłind bû. mindałe hewlêrî her mepirse çi qîře û herayekyan bû her ḧezit dekird gwêt lê bê. heta sêre hełgîra, şeř her berdewam bû. şew maşênêk le derekî mał wêsta; ḧacî miḧemmed bû. ber le her şit basî ew şeřey gêřawe gutî: kuře seyr leweda bû sofîyekanî êmeş- ke dujminî pêşmerge û hewałî dewłetin- le serbanewe aferîm û çepłe lêdanyan bû bo azayetîy pêşmergekan!

emma çîrokî em şeře çi bû?

«biraym efendî» ke serdestey pêşmergekanî naw şarî hewlêr bû- le kêw be kin jin û mindałî awarey pêşmergeda têdepeřê, jinan zorî cinêw pê deden ke pêxorêkî waman nîye û her xot qełew dekey. biraym efendî dezanê şewî ’aşûra leber xatrî serbazan- ke zorbeyan şî’en- goşt zor serdebřidirê bo řojî ’aşûra. şew dewrî qesabxaney padgan deda. dwazde polîsî lêye, çekyan deka û ḧepsyan deka le jûrêkda û derkeyan leser gałe deda. kelakî şêst meř, bîst manga û ga, dwazde gamêş le kamyonî qesabxane bar deka û deçê dełê ewe pêxor û dabeşî deka. sibey aşpezxaney padgan çawenořî goşte û nîye. ke deçin cê teře û gamêş nemawe! polîs ḧepsin û qesab be satûr û kêrdewe degeł kamyone goştan birawin ke kelakan şequpeq ken. leşkir le biraym efendî deng deden, deçne ser «bine siławe» ke binkey pêşmergeyetî û ew şeřey êware qewmawe ke pitir le şêst serbazî dewłet kujrawe, dû tank şikawe û teyareyek be tîrbarî girînof pêkirawe û sûtawe û leşkirî dewłet be serşořî geřawetewe.

ḧacî miḧemmed gutî: be dûrbîn demřiwanî. tankêk kewte ser pêşmergeyek. pêşmerge le berî hełat; le zurkanêk xoy hawîşte kendałêk û damezra û be biřnew teqey le tank kird. tank le ber kabra hełat û le piştewe pêşmerge řawedûy na!

eger bo gelanî bêkesî wekû kurdîş wek gelanî xudapêdaw tarîx binûsraba, nawî biraym efendî le řîzî aza û karzananda be awî zêř û be diriştitrîn xet denûsra. bełam ax û sed dax ke ew core pyawane nawyan le bîr deçêtewe û kes awřyan weser nada... bełam ewendey min lêy dezanim zyanî nîye toş bîzanî û carubar we bîrit bêtewe:

biraym efendî be derecey sitwan dû le řiştey polîsda bû; hatbuwe řîzî şořş. hewlêrî bû. pyawêkî be qełafetî çaw û biro řeşî cwan çak. leweta hatbuwe kořî xebatewe, nawî biraym efendî zirawî efser û çekdarî dewłetî ’êraqî birdibû. durjimnanî kurdî nîweşew le małe xoyan derdêna û deyřfandin û kes hestê pê nedekird. carêk de paş nwêjî şêwanda, polîs hemû řêgey hewlêr - şeqławe, hewlêr - koyey bestuwe û hemû maşênan depşikinê; zor kesan degrê; ta beyanî nezanrawe ke ew polîsane pêşmergey biraym efendî bûn û cil û zimanyan gořîwe!

serhengêkî ’erebî estêre leser şan degeł dû sitwan le cîpêkî dewłetîda, dû kamyonî zîlî serbazî be dwawe, serbaz û polîs û caşe ’erebî ’egał be ser têda, tercumanêkî kurd degeł, be naw mełbendî ’eşîretî gerdîda degeřên. le her dêyek xełk ko dekenewe: fermanî şeř degeł barzanî derçuwe; kê amadeye bêt. serheng dełê û kabray kurd terceme deka.

- qurban min amadem! eweş tifengim.

- biřo laço to be kar nayey, ême pyawî sabqedarman dewê. xo pûłî dewłet be xořayî nîye!

- qurban wełła genmî pêşmergem sûtandiwe; le fiłane cê şeřim kirduwe; şayetim heye...

- de biřo swar be!

bîst û heşt dane caş le aẍayanî gerdî ko dekenewe û berew hawînehewarî selaḧeddîn be şoseda dên. her kesîş swar buwe, polîs tifengî lê wiregirtuwe û hełîpesarduwe ke le meydanî şeřda werîdegirnewe. le selaḧeddînewe ladeden berew hîran.

- qurban deçîne ser binkey kam pêşmerge?

- qurban û sindan caşî segbab! detanbeme tewîle! min biraym efendîm!

ew deme degeł mîran le hîran bûm, aẍa caşekan le tewîlewe dawayan le min kirdibû tikayan bo bikem le tewîle derkewn. biřyar dira her yekî şazde ’ełbe genim biden û le cê medreseykida ḧebis bikirên.

dewrî wanêtêk le jûreweda be telîse xoł hełçinrawe; pêşmerge sengerî têda girtuwe. paşewpaş bo ser sengerêkî piř le caş çuwe û teqey lê kirdûn û caşî girtûn. wanêt, serbazan hênabûyane hewlêr, mindałe wirke be şwênyewe herayan dekird: ḧukmat tankî biraym efendî girtuwe!

mawey pitir le çwar sał, nîwey bêsîmî řemzî dewłet, dad le destî biraym efendî bû. ta way be ser hatbû şewane tûşî efserî xoşyan bûnaye, deyangut biraym hat û hełdehatin.

carêk tarîfim kird ke pyawêkî aza û be cerg û fêłzanî. gutî: be xwa min nîym, kurdî hewlêrin ew kare deken. şewane hemû małêk derkey kirawetewe. her goştekey ’aşûra, qesabî hewlêr xeberyan bo nardim û degełyan bar kirdim. êwaran be swarî dûçerxe bo areq xuradnewe xełkî hewlêr dêne deşt û xeberî nawşarim dedenê...

bedaxewe ew pałewane taqaneye be destî caşî pijderyan kujra ke çûbû nawbijîy şeřyan bika. be setan ḧîkayetî sersûřêner le azayetîy biraym efendî le hewlêr û mełbendekanî tirî ’êraqa leber kirawe û min emanem bo nimûne bas kird.