merexesîyek paş çwarde mang

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  740 views

çarde mang bû le małe xom bê’aga bûm. merexesîm sand û le řêgey suleymanîyewe řoyştim. bûme mîwanî řeḧmane şêt. řeḧmane şêt le sabłaẍ nawî be başî neřoywe; bełam biłêm çî?! małêkî le suleymanî girtibû, her lêqewmawêkî êranî biçûbaye suleymanî, mîwanî ew bû. sereřay nan û pêxorî zor û tesel, areqîşî bo dekřîn. nîwe utêlêkî hebû, herçî le małekey cêgey nedebû, deynarde ewê ke be mifit bixewê. beřastî serbazî gumnawêk bû ke qedrî nezanrawe. le małekey hatme der biçme bazař, lawêk le serî kołan wêstabû; gutî: hejar! ḧîzb řazî nîye to lem małe mîwan bî. gutim: to bimbewe małe xotan. serî daxist û řoyşit.