maweyek le qeładze û çend qisey xoşî ew serdeme

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  873 views

derkewtim; le ḧîrsanîş degryam... swarî cîpêkî kirê bûm û çûme małe mam qadrî baẍewan le řanye. se’atêk şewî mabû, le dergayan da. gutyan hejar were karman pête. dû çekdarî barzanî bûn. xwaḧafîzî yekcarîm le małe mam qadir kird û lêm řûn bû le ser em bê’edebîyey dwênê gullebaranim deken. geyştîne pişt řanye. çwar cîp le dûy yek wêstabûn; mela mistefa wêstabû. gutî: hejar to legeł cîpî mela biraym swar be! çûyne «seruçawe» bûyne mîwanî xêwetî «eḧmed şabaz». paş nanî nîweřo gutî: ḧeres be cîpekan biřonewe dołeřeqe, espî min zîn ken û êstire şînîş bo hejar zîn ken! ême be swarî dêyn.

le řêge tawêkî çak hîç dengî nekird. lepiř bêdengî şikand:

- hejar to her xot be kurd mezane! zor pyawî wa mawin ke gyanyan be qurbanî azadîy kurdistan biken. min le to dełsoztirim; çon becêm dêłî û deřoy û dełêy «hiza firaq bînî û bînk?» qerarman wa nebû «le ser zwêłe çerim» bê? le bîrit çotewe? hejar to nazanî! wextê hatme sengeser, çend kesêkim nard le ḧałî xełk bipirsin. tenya le jarawe yek teneke genim le małêkda hebû; kesî tir nanî dû řojî şik nedebird. ber lewe şeř le barzan bwestê, mirdû le mêrgesûr le birsan mirduwe, kes le birsan hêzî nebuwe bînêjê. min debû nan bo ew hemû birsîyane peyda kem. îmzam kird û genim û parey zorîşim sand û le azadîy kurdistanîş waz nahênim, xem mexo!

emcar kirdye gałte û gep, gutî: çon swarêkim?

- webał bestom zor swarêkî xirapî, her lêy nazanî!

- bo?

- xot be ser zînewe kûř kirdotewe û espit hezar dînar dênê, were min be êstire şîn û to bew espet girêwe ẍar bikeyn!

- naykem... dey ew řoje be ’erebî qisem degeł řojnamenûsanî mîsrî dekird bo çî le ber xotewe bizet dehatê? wa dyare pêt waye ’erebî nazanim? le toy baştir dezanim.

- qurban ’erebî dezanî; bełam le ser destûrî neḧwî nałêy!

- ca neḧu çîye?

- çon çîye? pyaw biçête małêk û biłê le dîwar baz dedem, derga çîye?! çon debê? neḧu dergay ’erebîye. car careş kurdî têkeł be ’arebîyeket dekey. hemû kes dezanê ḧerb yanî şeř; to le bîrit çûbû, her detfermû şeř!...

bew wirde gałtanewe çûyne dołeřeqe û geştêkman be lay bêtwate û dêhatî tirda kird û hatînewe sengeser.