leser ew ḧałe, em ḧatemîyem keyf naygirê!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  822 views

řojêk barzanî fermûy: hejar beynî xoman bê! hîç pûłman nemawe. herçî heye nagate sed dînar; bełam xwa řêkî dexa...

paş nwêjî ew řoje yekêk le lay zaxowe hatbû. barzanî ḧałî «eḧmed nałbend»y şa’îrî pirsî; gutî ḧałî baş nîye. sî dînarî bo nard; fermûy: be es’ed xeber dedem agadarî bika. barzanîyek hate lay, lêy pirsî: ḧałit çone?

- ez ẍulam! em bê seruberîn.

pênc dînarî daye. gutim: le ser ew ḧałeřa, em ḧatemîyem keyf naygirê.

fermûy: mela nałbend şa’îrî kurde. emeş eger hîçî şik birdaye neydegut bê seruberim. xuda tołe dekatewe metirse!

maweyek dway ewe xeberî serkewtinî pêşmerge le çyay metîna hat ke be carêk hengêkî dewłetyan le naw birdibû. bełam bedaxewe mela eḧmedî nałbend her ke dîtbûy caş hicûmyan kirdote gundeyan, be kêrd wirgî xoy diřîbû; xoy kuştibû.

qerar wa bû dewłet le cêgeyekewe hêrşêkî berpan bika. mela mistefa çend serqołeyekî ko kirdibowe bo tegbîr lew şeře.

fermûy: le her qołey becergitrîn pyaw hełbijêrin ke bîst û pênc ta sî kes bibin; bêdeng le bin miley kêw xo mat den! dewłet ber le hicûm pêşe xoy be topan dekutê ta xatircem debê kesî lê nîye; ewsa hicûm deka. ew kesane ewende xořagir bin, gwê nedene topbaraneke. tenanet eger xwa neyka yekê bişkujrê, ewî tir boy neçin û le cêy xo nebzûn û xo mat ken. hicûmî pyade ke hat, le nizîkewe dayangirin. her leşkirêk le cebheda hewweł car no ya de kuştey da, deşkê.

hurmuz gutî: min yekêk debim lewane. fermûy: na, to be karî ewe nayey. zor azay; bełam zû hełdeçî û her mil pêwe denêy. pyawî zor besebirim dewê.

her kese nawî çend pêşmergeyekî gut; hêndêkî pesind kirdin. řastîş ewe bû ew hicûme kira û dewłet zor pîs şika. leşkirî sûryaş hatbuwe yarîdey leşkirî ’êraq û şeřî degeł dekirdîn. cebhey lay sûrya hurmuz girtibûy, petpetêkî be leşkirî sûrya kird be dastan bîgêřnewe. çend carî řawnan û kuştinî û tałanî lê girtin. bełam hurmuz pyawêkî ewende netirs bû gałtey be şeř dehat. sengerî nedegirt; be pêwe berengarî dujminan debû. bedaxewe le şeřêkda şehîd kira; ke barzanî zorî bo xemgîn bû. ta bemdîweşda hatîn, mindał û xuşk û daykî hurmuzî wek kesî zor nizîkî xoy çawêrî dekird.

hicûmêkî zor gewrey dîkey ḧikûmet le lay mêrgesûrewe kira. şeřî ten be ten û be nêze qewma. ’emeraẍay dołemeřî awqay caşêkî yezîdîy tejey zelam bibû. caşeke piřî dabuwe gunî û baydabû; bełam caş kujrabû. ’emeraẍayan be gunî badrawewe geyande duktur meḧmûd. lew şeředa cige le setan serbaz û efser, set û çwar kelake caş le meydanda becê mabû. îtir lew şeřewe dewłet kewte paşekşe û zimanlûsî ke ba giftigoy agirbes bikeyn.